destey tyatroy be ’îşwe û zorzan

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  674 views
destey tyatroy be ’îşwe û zorzan
geyşte serman fesłî bayncan
dengî dûmełek ke geyşte goş
sewday ser û dił têkřa dête coş
şewqî kareba û boyey sipî û sûr
be şew pişîle deka be simûr
ême nezerman herwa keç bîne
řengî sin’îman le la şîrîne
be dû fîşałî la pif hełdiraw
nałe pê panman la debê be pyaw
caran be teqey demançe pyaw bûn
be dize kuştin benaw û daw bûn
êsta be teqey ziban nawdarin
tenha bo nef’î xoyan bekarin
pîşey pêşûman lê dejyêtewe
aẍayî le nwê egeřêtewe
xwa kêw ebînê û befrî têdeka
ewe bedname qisey lêdeka
ełên xişt hawêj padaşî senge
bo watey gałte qesdî kuşt nenge
bełam xûyekî girtiman be şîrî
natwanîn terkî bikeyn be pîrî
meger ew xwayey ke ḧał egořê
cehliman legeł nexate gořê
xo min qełem û zimanim swa
hîçim pê nekira û xistime dest xwa