şarê awêkî xemřewênyan bû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  678 views
şarê awêkî xemřewênyan bû
eyanxiwardewe ’eqłyan têk eçû
yekê le lawe hate naw ewan
be şêtyan zanî kewte ber ziban
hîç kes le ’eqłî ew řeza nebû
lêk kewtine řû mabeynyan têk çû
dwayî ke zanî tenha mayewe
awî xwardewe û kewte kayewe
be «wirpatlasun» be «çal awnyasun»
xoşyan řabward ewanîş wek min
bełam min bebê ewe debengim
qelenderêkî bê nam û nengim
ewende heye yekřû yekdiłim
le metanetda perwerdey giłim
hendêkî wa hen hesanî mekken
sema be diłî bizurgan eken
be mêçke mêçke pê elêsnewe
ke hełxilîska xo ekêşnewe
eme tecrebey ewende sałe
herçî baweřyan pê bika mindałe
bawcud êsta mindał pesende
kes be pîr nałê kerit be çende
pîr qiřan dahat, tu xwa ba bimirin
xûy çiłuçoyî em dewre negirin