saf derûn, darî destî bedkare

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  822 views
saf derûn, darî destî bedkare
boye şeředar zore lem şare
ew qewmey pîşey dewen be aşe
sêberî řwew řoje le paşe
ew pyawe gewrey ke xoş baweře
bedest xełkewe mêkutî sawere
zînhar xwardestit be kem mebîne
boye be kîne, lêt na’emîne
hî waman heye dête lat xoşê
be xot nazanî, ta detfiroşê
be bendîxane pyaw ’aqił debê
hendê serçił û zoremil debê
hendê be firîw geywete paye
şeytan le bergî firîşte daye
kesê bwêrê bîsmîlla bika
were seyr ke çon abřûyan tika
selaḧîyetî sałḧanim nîye
biłêm: eme řeş, eme sipîye
ke kelîmey «řeş» wergeřêtewe
debînî şeřî lê debêtewe
cejnî mîlad û ême yek kewtin
êre boye yek nakewn, çewtin
caran «ḧacîle be xêrî» baw bû
le bextî ême gwêzî bê naw bû