pyawî nawecax mexene ser kar

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  980 views
pyawî nawecax mexene ser kar
hawřêkanîşî deka be bê ’ar
ewey têkoşê û îş bika bêdeng
«demawerêk» dê û deyka be parseng
eger pêm biłêyt amşoy kê dekey?
ełêm ya xirap ya becê dekey
her çiştê zor bê herzan bîkře
’îlim ta zor bê behay zortire
edeb tacêke le nûrî yezdan
bîkere ser û biçore asman
bê edeb awî edebxaney dê
berdî têgrê piřîşkit bo dê
«be xowe nedîw» dem qałî dewê
le serxoş geřê ew xoy dekewê
bo xohełkêşan ze’îm buzurgin
hendêkî tir hen sipłî lawirgin
şewçere leber «sipłe» damenê
ke xwardî û řoyî pêt pêdekenê
bełam to bîde bam pê nezanin
lêyan bibûre quřî zistanin
axo gerdişî kursî çî lêhat?
hîwa bo qabsiz tirs bo desełat
bê «do» be hîway şîrî meř ejî
katêkî zanî berx meřî mijî
«babî babî»ye kayey zemane
em çerxe kone dewran dewrane
pendî pêşînan her çend pesende
pendî em pende ca’îzey bende