caran kasey do kewçkî tya bû

From the Book:
Pendekanî Pîremêrd
By:
Piramerd (1867-1950)
 1 minutes  951 views
caran kasey do kewçkî tya bû
be řîze herkes norey cya bû
êsta her kesê pyałey xoy piř ka
beşî kes nada bişłêy: wa xinka
«eskemil» caran ke sîrmedar bû
her çwar terefî lêwe dyar bû
êsta gewrekan «qołtoẍ»nişînin
em law ewla û dway xoyan nabînin
xozge ew ’eqłey pêş çûne serkar
le serda ema û ethênaye kar
xozge bełên wek mast sipî debû
beser lêwewe şwênêkî debû
mast û řast êsta bûne modey kon
şerim û terîqî nehêştiwe «pardon»
bîstim aẍakey dêy «syamensûr»
eḧwałî minî kirduwe be destûr
witûye taku pîşey diro bû
muteseřřîf bû hem serbexo bû
bûbû be ’uzwî meclîsî ’alî
zorî nemabû bibê be walî
êsta ke terkî diroy kirduwe
çaweřêy kewş û pałtoy mirduwe
ew małwêrane boç wa řast eřwa
em řastigoyye ewî xiste dwa