nawî şarêke gewre û kurd nişîn

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  655 views
nawî şarêke gewre û kurd nişîn
ger em ḧewt pîte be řîz binûsîn
yek û sê û dû legeł şeşemîn
řêzî lê degirin be dîn û bê dîn
yek û dû çwar peristişgaye,
eger řûy têkey ’eynî xetaye
yek û sê û ḧewt le ladê û le şar
qełaçoy deken be tewr û mişar!
şeşem û sêyem bîden be yeka
deykiřî ewey pêwîst bê beka
pênc û şeş û ḧewt zorit merame,
nawî pyawêkî gewrey îslame !
pênc û çwar û sê bira biraye,
meteł nezanî hûçet biřaye
wełam: «dyarbekir»