awêkî şîrîn zor sazgare

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  621 views
awêkî şîrîn zor sazgare
nawestê deřwa û řû berew xware
le şeş pît pêk dêt nawî tewawî
dekirê be sê let, çawe û derawî
çwar û pênc û şeş şarêke be naw
le kurdistanî jûrûy beş kiraw
sê û çwar û şeş êsta zor keme
be birincî kurdî neyxon siteme
yek û dû sê xwardinî dermane
mar lêy řa deka bo gyanî jane
yek û çwar û sê řengêkî bawe
dekirê be tara bo bûk û zawa
yek û dû û çwar hem sûr hem zerde
qubey ser sîney kiçêkî kurde
dû û pênc û sê zorim xoş dewê
ger řojî cejnî newroz derkewê!
şeş û pênc û sê tirş û şîrîn bê
le şareban bê ya nazenîn bê
be bîr û zanist meteł hełêne
be hêzî bazû berat bistêne!
wełam: «sîrwan»