bełên wabû şewêk bêy bo jwanim
jwan
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
2 minutes
936 views
bełên wabû şewêk bêy bo jwanim
bipirsî ḧał û eḧwał û jyanim
minîş ’erzî bikem řazî nîhanim
eger çî pîr û kem hêz, natewanim
be yadî řûy to herdem cewanim!
le xoşî û şadî her dem bê nesîbim
le goşey bê kesî zar û ke îbim!
eger lutfî bibê řojê ḧebîbim
nîye bakim le bedgoyî řeqîbim
biga destim be yarî mîhrebanim!
ewey dîwme ewey bîstim le şaran
beserhat, serguzşitey řojgaran
le destî şox şeng û çaw xumaran
le sed lawe diłim pêkawe yaran
be tîrî dulberî ebro kewanim
demê dił mubtelay dû lêwî ałe
demê ałoz û daxî zułf û xałe
demê dinyay le la xewn û xeyałe
dezanim xo ke řizgarî meḧałe
le fîtney çawekanit bê emanim
le xaney xem nişîn wek pîrî ken’an
dû çawim her dû tarîk bûn be giryan
şew û řoj her dû lay min bûne yeksan
be yadî çawî mestî toye qurban
ke îmřo xadîmî pîrî muẍanim!
dezanî xo jyanî min bebê to
hemû her şîne, her giryane řo řo
denałênim le zamî janî ebro!
nehatî bextî bed bo min ke îmřo
nîşaney tîr û taney na kesanim
le řojanî jyan to bûy mebestim
le lay to bû hemîşe bîr û hestim
eme merce wekû bit bitperestim,
gutî ’ewnîPen name ke der naçî le destim
eto bendî be sîḧrî çawekanim!