řojêk beyanî ber le xorhełat

mamey ladêy
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  840 views
řojêk beyanî ber le xorhełat
mame ladêy řû berew şar hat
kem hêz û mandû kifit û şeket bû
ser û řîş be toz dił piř xefet bû
siławî kird lêm, wełam sed siław
zor bexêr hatî mamî qed çemaw
- boç wa peşêwî çît lê qewmawe
nejde lêy day yan małit sûtawe?
- ne nejde lêy dam ne mał sûtawim
bo xizmet şêxe yekcar betawim
- mebestit kam şêxe? «ḧacî şêx babe»
şêx û meşayex ’alî cenabe!
- boç wa be pele. wa bê aramî
- her bo zyarit zatî kîramî!
kuřim nexoşe hatûm bo nûşte
bo hemû derdêk dermanî gişte!
- dyare erkî řêy dûrit kêşawe
dyarî û beratit bo şêx hênawe?
- herçî boy berim bo şêx şayste
çunke le lay xwa zor xoşewîste
du’ay yek be yek wek pensilîne,
dermanî hemû derd û birîne!
pêm gut: mame gyan tû beşqî xuda
key bote derman kiştek û du’a
kuřeket bere bo nexoşxane,
hemû pizîşke û piř le dermane
duktur bîbînê derdî dezanê
zû çarî deka zor be asanî
key nûşte û keştek dermanî derde
takey tê naga xwaye em derde?!
pêm gut mame gyan ḧacî şês baba
ew zatey bê beş le hemû baba
ẍeyrî dest biřîn be firîb birdin
swêndit bo dexom çî bo nekirdin
bo xoy nexoş bê şêxî cadû ker
bo nexoşxane řadeka yekser
ey bo çî bo xoy řojêk le řojan
keştek û du’a naka be derman?!
fermû ba biçîn bo nexoşxane,
bo xizmet şêxî wirg hemane
ewe çend řoje bo çare û derman
lewê kewtuwe şêxî hîç nezan
mame ke bînî le nexoşxane
şêxîş muḧtacî dewa û dermane
mamey ladêyî le şwên xoy westa
ke şêxî bînî mat bû ḧepesa
gutî: sed le’net lew şêx û pîre
le penay dînda pîşey tezwîre!