pîrêk deřoyşit le řêguzarê

pîrêk
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  674 views
pîrêk deřoyşit le řêguzarê
be řengarî bûn çend herzekarê
pîr temaşay kird bem law bem lawe
hełwîstêkî kird mandûy ḧesawe
serî hełbiřî be řûy asman
le řûy hate xwar firmêskî giryan
lawêk lêy pirsî ey pîrî zana
çît win kirduwe le řûy cîhana?
wa mandû û şeket boy be peroşî
nakirê ger çawî lê bipoşî!
pîr be pêkenîn temaşay kirdin
le bîrim naçê ta řojî mirdin
be nirxtirîn kala û sermaye!
le kîsim çuwe, le destim daye!
yek «tendirustî» duwem «lawênî»
nageřênewe xoy bo bimrênî!
řołe eger toş nemrî be lawî
řojêk dêt wek min dekewne dawî
ber lewey temen biřwa bê hûde
nirxî bizanî yekcar be sûde
ke dewrî girtî pîrî û nexoşî
řizgarît nabê her çend bikoşî
çît bo nakirê be xozya û birya
yasay siruşte weha danra!
eger zor zana û jîr û hoşyarî
bigre gwê, pendim bo amojgarî!
xoş řabwêre mawey jyanit
řêzit lê bigirin hawnîştimanit
eme sermayey dîn û dinyaye!
cêy řezamendîy xełk û xudaye!