gelêk řûy kirde řêy çare řeşî

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  720 views
gelêk řûy kirde řêy çare řeşî
em kirdewane debête beşî!
gêł û hîç nezan, debête serkar
puşt û tirsinok debête çekdar
zanyarî û zanist namênê birew
zana sûk debê le lay em û ew
darayî deçête lay pyawî leçer
řîzyan degîrê pyawî şêt û ker
dujmin debête kargêřî karî
dost bê destełat namênê çarî
řewştî pak û xûy cwanmerdî
lêy bêzar debê dirişt û wirdî
kirdewey pûçeł dizî û bedkarî
birew destênê nirx û bazařî
be řast bêj dełên witarî řeqe
diro û delese witey nesteqe!
xwaye kurd dûr bê lem kirdewane
hergîz neçête ew řêge û bane!