xoşe le cîhanî xeyał

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  648 views
xoşe le cîhanî xeyał
mirov bifřê wek mel be bał
le ser darêkî zor biłind
lane heł bestê distubird
bîparêzê hemû katê
destî zordarî negatê
bedkar berd bigrête lanet
lêt têk bidat merz û xanet
destêkî lê bweşênê
bê westan xwênî biřjênê
qołî lê hełkey merdane
bî řetênî lem dewrane!
karêkî pê bikey ta mawe
řû nekate em nawe
bîkey be pendî zemane!
bedkar encamî nemane!