le pênaw xoşewîstî û mîhrebanî

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  719 views
le pênaw xoşewîstî û mîhrebanî
diłim dabû serîşim naye banî
qełem mercim heye ger pêt binûsim
debê wazbênî bes key dû zimanî
řeqîbîş xoy mełas dabû le penhan
heta řazî nihênî dił bizanî
minîş boye le tirsî çawî bedkar
le tarîkî şewa çûm bo jwanî
le ser çił da gułşen bo gułî řûy
ke şewgarî dirêjim ta beyanî
mebada destî bedkarî bigatê
be erkî xom dezanî pasewanî
bełam řojêk le nakawa kitupiř,
hełî kird baw boranî xezanî
gełařêzan û guł ba birdî, bulbul
be naçarî be cêy hêşt aşyanî
debê min serperiştî baxekem kem
le kar û barî mercî baxewanî
be destûrî siruşt ger diłnya bîn
le paş naxoşî ye dêt şadmanî