were meygêř le mey řeng erxewanî

be yadî lawênî
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 2 minutes  688 views
were meygêř le mey řeng erxewanî
be yadî řojî lawênî û cwanî
beyadî řojgarêkî beser çû,
ke wa piř bû le xoşî û kameranî
be yadî ewe demey êware wextan
beramber baxekey omer xuçanî
be yadî ew demey kořî hevałan
be goranî û beste û neẍme xwanî
le katêk da nisê bałî dekêşa
beser bax û çem û řûbar û kanî
le ser girdî «cuwan» emca berew şar
be şadîy û bextyarî û kameranî
le małêk da be komeł da denîştîn,
be bezim û şadî ta katî beyanî
nekey diłgîr bibî ger lêt bipirsim
le kwên êstake yaranî gyanî
bexwa swêndit dedem êsta le kwêye
be řastî pêm biłê: ger hîç dezanî
wełamî damewe meygêř gutî pêm:
gelêk diłgîr debê řastî bizanî
birayan, aşnayan, dost û yaran
ke řûyan kirde dinyay cawîdanî
lewe diłgîr mebe yasay siruşte
ke kes řizgarî nabê çak dezanî
kesêk ger ḧez bika nawî bimênê
be çake bext bika mawey jyanî
le pênaw ademî zada be giştî,
be taybet bo gel û bo nîştimanî