ber le xor kewtin beyanî çûme baẍ

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  706 views
ber le xor kewtin beyanî çûme baẍ
tawekû bulbul bidem zaẍî demaẍ
yadî řeng û řûy nîgarêkim dekird
bo şewî tarîk bibête şew çiraẍ
nêrgizî çaw mest ke firmêskî řijand
lale sûr bû naye dił sed derd û daẍ
sûsenî řû sûr ke lêwî kirdewe
her wekû zarî şeqayeq řû le baẍ
hat wekû mestan suraḧî girte dest
bû be meygêř xistye ser pencey eyaẍ
hênde serkeş bû be cwanî řeng û řû
çend huzarî xiste ser kasey feraẍ
řîzî bigre katî lawênî cewan
name hêner çî heye ẍeyrî belaẍ
geştî derya bê guman sûdî heye
tirsî zore kesbî le’il û şew çiraẍ
pyawetî ta řenc nedey dest nakewê
şewqî nabê xoy nesûtênê çiraẍ