gwêm le řadyo girt ta hest bikem dengêkî xoş

bo mergî xwalêxoşbû îdrîs barzanî
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  803 views
gwêm le řadyo girt ta hest bikem dengêkî xoş
xistye ber gwêm kitupiř dengî piř soz û peroş
dengî mergî xoşewîstêke le bîr naçêtewe
her ke bîstim hênde diłgîr bûm nema lam hest û hoş
řojgar řût sûr nebê herwa beşt bê řûyî řeş
řû řeş û diłgîr û pest bî her be azar û nexoş
xot negirt řojêk be basêkî kemêk dił xoş bika
ẍeyrî girye û şîwenêk hestî mirov bênête coş
řojî «sî û yekî kanûn» no sed û heşta û ḧewt
her ke bîstim řaçenîm lerzîm û kewtim çûm le hoş
řêm bibê deste gułê bestim le bo ser gořekey
pêy biłêm to namrî nawit dejî jînêkî xoş!