gwê le ney bigre ke neyjen fû deka

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  752 views
gwê le ney bigre ke neyjen fû deka
řast debêjê basî řabirdû deka!
pêt dełê: em řojgarey bê wefa
řû řeşêke her şewêk sed şû deka
kamîrayêkî le dest wek wênegir,
pêçewane řastîy awe jû deka!
çake huşyarî bî nekewî ye dawî ew
bê guman toyş çeşnî xoy bedxû deka
tîxî bo çake kule hîç nabřê
bo xirapî hênde tîje mû deka
aşna nabê be kes ta ew keseş
her wekû xoy sûk û bê abřû deka
bê şene eydate dem ba ka û dan,
wek sepanêk giştî tawu tû deka
xoy deparêzê hemîşe ew kesey
wek mutałay lapeřey mêjû deka
’îzzetî nefis û keramet serwete,
nawî çake mirduwan zîndû deka!
řêgeyêkî bê pena û pêç bigre ber
pyawî merd lew řêge hatû çû deka
bed řewştî řû be wêrankarîy ye
kunde boye xawenî kû kû deka
em cîhaney sipłe perwer awse
her be dengî ax û of bêzû deka
xû řewştî berz û yekbûn bê guman
řê numayî çînî dahatû deka!