rûy sipî kaẍez be nûkî xame bo řeş hełgiřa

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  784 views
rûy sipî kaẍez be nûkî xame bo řeş hełgiřa
dû zimanî hate kar û name ser bergî diřa
boye gişt řaz û nihênî dił be carê hate řû
şew le nîwey têpeřî xetî beyan bû aşkira
şewnimî firmêskî bulbul wek řija ser pelkî guł
xunçey lêwî kirdewe wek pêkenî abřûy tika
swênd be awêsta de xwa perwane xoy zerdeştîye
bo peristiga deçê, wa řû be řûnakî çira
nezmî řêk û pêk û saf wurde wêney şew çiraẍ
kêşî sûke, nirxî zore, ta be taye kêşra
hengî dił wek nîşte ser xunçey demit ta bîmjê
şaneyî hengiwînî hełbest û guławî têkira!