hawarî gelî kurd le kurdistan

bangewaz
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 3 minutes  776 views
hawarî gelî kurd le kurdistan
bo encûmenî yekgirtûy gelan!
wêney bo liqî mafî mirovan
pêy dełên «lîjne ḧiqûqî însan»
bîst û sê sałî tewaw lemew ber
goř kira faşist mird şeytanî şeř
yasay ḧiqûqî însan mor kira
bangî asayş le cîhan dira
biřyar bû hemû netewey cîhan
azadî bidrê be hemû gelan
serbest bê herkes le kar û le jîn
bê cyawazî le degez, le dîn
gelanî jêr dest şad û mesrûr bûn
bem bangewaze zor pişt estûr bûn
gutyan jêr destî û zor darî nema
qełay zor darî û xwên řêjî řima
be pêçewaney hîwa û arezû
xozya sed xozî be dewrî pêşû
çerxî etome mirov le geştî,
bo naw mang deçê le dewr û piştî!
bîstî gelawêj sałî şest û no
le mang nîştewe keştî epo lo
hunerî mirov mangî pişkinî
xunçey le baxî nihênî çinî
emca ba bême ser řastî mebest
binûsim botan le řûy bîr û hest
le dwayî řêz û siław bê jimar
botan denûsim her yek le hezar
bo êwey beřêz ke dad perwerin
dijî zordarî û karî bê feřn
kurdîş gelêke xawen nîştiman
xawen řewişt û řabirdû û ziman
be dest îsti’mar beş beş kirawe
wek lakî mirdû dewryan dawe
ewe heşt sałe heşt sałî tewaw
gelî hejarî kurdî maf xuraw!
le ser kemtirîn maf û daxwazî
kar be destanî faşist û nazî
hemû kerestey şeř û şoř û ceng
bekar dehênin legeł zebir û zeng
fiřokey mêk û henter û heluşin
wekû kûrey heng zor zor be coşin
bombay napałim zor dehawêjin
leweş zyatir tîzab deřêjin!
şar û dêhatman bombaran deken
awayî û çoł, çoł û wêran deken
gund desûtênin bê tawan degirin
sikî mindał û jinan heł dediřn!
nek her qenare cełeb bend kirdin
be zîndûyî çaw mirov goř kirdin
le bîst û şeşî abî şest û no
le jin û mindał şest û heşt miro
biřyar wa dira giştî bend kirdin
debê bisûtên ewane kurdin
jinî hejar û mindałî wird bûn,
tenya tawanyan ewe bû kurd bûn
dij be mirovin pestin bedkarin
le serkewtin da wek gurgî harin
cengîz, holako, ta teymûrî leng
bem kirdewane dełên ’ar û neng!
kuřî gobiłz û newey hîtlerin
dijî aştî û aşnay şeřn
ey encûmenî yekgirtûy gelan
leser şantane erkêkî giran!
êste her êwe destełat darin
ke parêzerî gelî hejaran!
dijî zordar û dest dirêj kerin
dostî hejar û řê nîşan derin!
kewabê heta zû ken direnge
bo nawî berzî êwe zor nenge
çerxî etom û mangî dest kirde
taze biřyarî qełaçoy kurde
êweş wek «’usbe» ger çaw bipoşin!
le mafî gelan çawtan bipoşin
eger zû destî zordar nebestin
ger řabwestin êweş her pestin!