ey badî şemał, ey sirwey beyan

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  773 views
ey badî şemał, ey sirwey beyan
namey nardiwe bot daykî nîştiman
zû werî bigre, aza û dest û bird
bigeřê hemû nîştimanî kurd!
biłê: gwê dêr bin, lem bange waze
daykî nîştiman emey diłxiwaze!
mełên dujminman zor na tebane,
bo nemanî kurd gişt wek birane
êsta le ser çî legeł yek dijin?
bo sûdî dujmin yektir dekujin!?
dij be yek her dem le naw sengerin
ey çend nezan û çend axir şeřn
dujmin xerîke hêrşêk bênê
xakit dagîr ka, xwênit biřjênê
êsta derfete hemû be yek deng
bwestin le řûy hêz û zebir û zeng
nazanim bo çî hênde bedkarin
legeł yek hemû gurgî harin?
her dem xerîkî gyanî yektirin
hergîza û hirgîz yektir nagirin!
awa xerîkin daykî nîştiman
řizgar ken le jêr destî dujminan?
daxim eweye min takû mawim,
leyek girtintan hîwa biřawim!
řastitan pê dełêm qet řizgar nabin
heta legeł yek wa na teba bin!