legeł karwanî azadî gelan
kurd û karwanî azadîy gelan
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
2 minutes
987 views
legeł karwanî azadî gelan
kurd haw beş buwe be bê pişû dan
wêł û sergerdan, lew byabane
řencî kêşawe lem řêge û bane!
hergîz nawestê, qet newestawe
her bo pêşewe hengawî nawe!
kurdîş her wekû gelanî cîhan
bo azadî xoy hatwete meydan
le zor mełbend û le řê guzara
çendan serdarî kiran be dara
bełê hezaran řołey dilêrî
pîr û cwanî wek beçe şêrî
qełaço kiran yan le zîndana
mirdin û bê beş bûn le jyana
hezaran małyan lê wêran kirdin
mał û samanyan be tałan birdin
legeł em hemû êş û azare
sûtan û xinkan, bendî û qenare
dem be dem xoştir hengaw heł degirin
nawestin řêgay dûr û sext debiřn
bo ewe řojêk bigen be şadî
biçêjin tam û çêjî azadî
eger her weha biřon nesrewn
degen be amanc her ser dekewn
bira newestî diłit ne lerzî
takû degeyte ser lûtkey berzî
azadî be řenc be têkoşane
berhemî hewk û xwên û êsqane
ger nemrî le řêy azadî gelit
le destit deřwa derfet û helit
gelêk jêr dest bê dûr le jyane
beşî ew gele merg û nemane!
tam çêjî jyan be azadî ye
gişt bextewerî xoşî, şadî ye
lem karwaney kurd nawestêtewe
ta serbest nebê nageřêtewe!
be xwên mor deka namey serbestî
ta werî negrê û nekewte destî
swêndî xwardiwe be kurdistanî
be gořî û qazî û şehîdekanî
jîn be serbestî, mirdin be merdî
debê çarenûs wabê be kurdî
her xebat deka be bê wiçanî
koł nada heta mabê jyanî!