meygêř be çawî mest û şeřfiroş
meygêř
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
1 minutes
1001 views
meygêř be çawî mest û şeřfiroş
le kořî bezimit nemkey feramoş
demêke pestî destî řojgarim,
mat û ser samî çerxî bedkarim!
demewê satê dûr bim le pestî
kat řabubirim be şadî û mestî
hêndeş mest nebim ke pêy serxoş bim
nek bo kesêkî dî şeřfiroş bim!
binoşim camî mey řeng erxewan
aşna debîn be yek bê guman
goranî bêjî be awazî çeng,
mey gêř bibexşê pyałey guł řeng!
em be awazî newaw qetar,
ew ze nazkî û belance û be lar!
em be qijî zerd be çawî kejał
ew be sozî ney be dengî şimşał
gah bo temaşa, demê gwê dêr bim
demewê jyan legeł to fêr bim
to be pêkenîn be ẍemze û be naz
minîş be hîwa û awat û nyaz!
eme seretay sałî tazeye,
xoşî min û to, bê endazeye!