gezendem bû le diłdarî be gencî dił deřencênê

gezendem bû le diłdarî
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  817 views
gezendem bû le diłdarî be gencî dił deřencênê
neka řojê le nakaw karesatêkî bixułqênê
ke pîr bûm min gutim: zor xoşe řizgar bûn le diłdarî
keçî min nem dezanî darî wuşk zûtir giř estênê!
le sozî agirî dił zamî nasorî derûn gyane
were serçawekey çawim be germî xwên depřijênê
be tîne agirî dił baweşênî perçemî hełkird
meze bo çawekey mestî kebabêkî debirjênê
siruşt ger her kesêkî girte baweş her be řêkewtî
nezan hênd berze ka corê hezar zana detasênê
debê sawa be corê fêr bikey sawa nebê karit
le hełwestî be bê westan le dujmin tołe bistênê
gelê ger çêjî azadî bika hełmet deba řojê
weha deygirte baweş textî zordaran delerzênê