nîgarî bê wefa û dił řeq, diłim ta key deřencênî,

diłim takey deřencênê
From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  1098 views
nîgarî bê wefa û dił řeq, diłim ta key deřencênî,
ke min dêm bo timaşa ew deme zułifit deşêwênî!
be qendim gut: ke bazařit şika emřo lebî yarim
be nîwe pêkenînêkî be bar şekker debarênî
be cwanî řeng û řûy xunçe diłî teng bû wekû lêwî
huzarîş way dezanî zwîr buwe firmêskî deřjênî
emin awî ḧeyatim bo çîye taze lebî yarim
be maçêkî jyanêkî dûbarem bo derexsênî!
demêke çaweřêtim bay şemał řabêre emşuke,
be şadî diłnyam dengêkî xoş hestim debziwênî
le layen yarî şîrîn nameyek hat bomî nûsî bû
bełênêkî ke dawte ber le êsta tobe neşkênî
de mey gêř têke camê hênde mestim ke kebê hoşim
heta dulber be naz dête serînim ta hełm sênî!