legeł pîrî muẍan dwênê le řêda

From the Book:
Dîwanî ’Ewnî
By:
Awni (1914-1992)
 1 minutes  2079 views
legeł pîrî muẍan dwênê le řêda
be sed peymane peymanim girêda
şikandim camî tobe û zuhd û teqwa
’esa û tesbîḧ û bermałim firêda
heta mirdin ke dernaçim le bendî
kemendî zułfî ew şoxem le pêda
nihênîy cwanî řûy tom pişkinî bû
le dersî yêkemînî elfubêda
ke zanîm dêye lam derdim depirsê
serim hêna lejêr pêt xistime řêda
le dû la perçemit řûy girte baweş
minî torand û samanî be kê da
le ’ewnîPen name ger depirsî tendirustî
eto xoş yek nefes mawe le řêda