serdemê xoşbû wiłatî dizeyî
dizeyî
        From the Book:
            Dîwanî Muxlîs
        By:
                Mukhles (1910-1985)
        
             1 minutes
             1334 views
        
        
    serdemê xoşbû wiłatî dizeyî
xoş ḧeyatê bû ḧeyatî dizeyî
nebû hîç qewmêk le nizîk û le dûr
negeyîba be biratî dizeyî
debû meḧfûz bê ser û małî kesê
begîybaye qełatî dizeyî
le qebîle û [le] ’eşayer kem û zor
nebû heybê desełatî dizeyî
çi wicudêkî nebû leşkirî zor
le beraber be ẍebatî dizeyî
lehem şořuşeřê nawî hebû
kelen û sebir û sebatî dizeyî
hemû řoj, řoj wekû şew tarîk debû
le ẍubarî ḧerekatî dizeyî
muxlîsaPen name axrî têk çû çi nema
be xirape û be qebatî dizeyî