mehbetî nûrî îlahî pêşewayî ’arîfan

kak eḧmedî şêx
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 2 minutes  791 views
mehbetî nûrî îlahî pêşewayî ’arîfan
metle’î řojî hîdayet, řehnemayî salîkan
qîbley amalî xełk û ke’bey ḧacatî gel
mezherî eltaf û kenzî ḧîkmet û ẍewsî zeman
herwekû kîbrîtî eḧmer bû wicûdit bo enam
merqedit êsta mezare bo ’imumî îns û can
hatnim bo dîtnî şarî silêmanî nîye
celbî kirdûme meḧebbet bo ḧizûr şahî cîhan
bab û bapîrim kewa ḧełqey be goşî to bûn
herwekû hewrî behar barîwe lutifit bo ewan
yek le mamanim ke meşhûre le teḧsîlî ’ilum
hîmmetî to bû xuda kirdye «mişarî balbinan»
axrî çunke legeł êwe wefadarî nekird
řoyî fewta bûbe dîdar ’ezretî xizim û kesan
ew wezîfey to bewanit dawe bo ew hatûm
çunke mîratî çi kes nadrê be ẍeyrî warîsan
ba bifewtêm ger minîş lamda leser řêgey wefa
ba biłên ewca beřastî tîreyêkî bê wefan
ême meşhûrîn be komełey ḧezretî kak eḧmedî
meḧremim, memke be meḧrûm, herwekû nameḧreman
takû îznî wernegirt muxlîsPen name le kak eḧmed neçû
bo çi layê çaw bigêřêtin le şêx û muřşîdan