bebê dîn namewêtin mułk û mîllet

munafîq
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 2 minutes  761 views
bebê dîn namewêtin mułk û mîllet
çi qewmêk naçête dire bê dîn le zîllet
heta nekirê be çakî xidmetî dîn
xuda nanête serkes tacî ’îzet
lew dunya ger nemênî sêberî dîn
le koy ’alem dekatin îstîraḧet
bebê dînî kesê xoy hełbikêşê
milî deşkê le meydanî syaset
kesê bo dîn nebê kuştin û biřînî
xuda qet keyfî xoşî naka be nesret
kesêkî nefsî fîr’ewnî hebêtin
debête cûy cwan bê qedir û qîmet
behêzî dîn nebê taze musłiman
beser kes nakewn ta qyamet
musłiman ta munafq bin legeł yêk
ewey dest bo biben debête nedamet
ke xwa fermûy birane ehlî îman
lenêw esḧab nema ẍeş û xyanet
leboçî bû ke serkewtin le ’alem
leber îman û îxlas û sedaqet
nîfaq û qewmîyet ewřoke way kird
be carêkî lekîsî dayn se’adet
were memre ke cû bitwanê ewro
musłimanan esîrkatin be quwet
kesêkî pêy xoş nebîtin cû nizim bî
xuda nizmî deka û deykate ’îbret
musłiman ger musłiman bin beřastî
weha nakewne nêw çarî řezalet
lehîç cêga lenêw ceyş û ehalî
leser bê şer’î kes nakirê îhanet
mwezef qet’î řatib boçî nekirê
nwêjî ger çwand bê ’uzir û ’îllet
şerab xor bo ceza bar nakirêtin
sifûr çon řîdedatin ehlî ẍîret
kiç û kuř pêkewe boçî bixiwênin
legeł yêk nêr û mê biçne zyaret
temaşay sînema û melhayekan ke
jin û pyaw pêkewe řût wek qyamet
musłiman boye wek cûy pişû ewřo
hemû kewtunete nêw teyhu ḧîret
heta demirin debî lew ḧałe dabin
hetakû nênewe ser řêy ḧeqîqet