ledunya nema hîç aşnayî

xanedan
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  705 views
ledunya nema hîç aşnayî
zemînî girt ẍubarî bê wefayî
hunermendan leber destî xesya
debînî wa le teng ḧałî û gedayî
ewey dwênî le dunya xanedan bû
ewa tûşî bû ewřo nanewayî
be çawî ’aqłan biřwane afaq
lehîç cêga nemawe řoşnayî
zimanit muxlîsPen name bigre le şekwa
beser deřwa sebirke bê newayî