emin çibkem ledest nefsî geřokim
bazî bê řinok
        From the Book:
            Dîwanî Muxlîs
        By:
                Mukhles (1910-1985)
        
             1 minutes
             1360 views
        
        
    emin çibkem ledest nefsî geřokim
ledest ew nefse herwek fiřfiřokim
temayetî bo teme’ řaman bikêşê
lelay waye çirês û çawçinokim
ne dêłê paşekeftîman bibîtin
newaye hestî berdatin berokim
xerîkî girtinî dunyame emma
wekû bazêkî bê bał û řinokim
egerçî zor teme’ karim le diłda
be hendê çake yekca tirsinokim
lerewsey ’umrekem çim bo nimawe
debînî wa xerîkî xaperokim
le xo nabîtewe muxlîsaPen name le tedbîr
keçî řoḧim degate xinxinokim