lew zemane gwê mede xutbey xetîb

nakes
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  648 views
lew zemane gwê mede xutbey xetîb
cubbekey defroşê bo mey ’in qirîbArabic
we’zî wek agir ledem dête derî
qelbî sardî lê naga lehîb
her lebo dunyaye beḧsî dîn deka
dostî řastî kes nîye dînî ẍerîb
kes nîye bo yarî ewřo dest bida
herçî dê bo karî xoy etda ferîb
aşnayî qet legeł nakes meke
ger ledunya qat bê însanî necîb
herkesêkî ’îşqî dunyay kewte ser
derdeçîtin karî naka hîç tebîb
muxlîsaPen name xot talîbî dunya meke
nek bibî řojî qyamet bê nisîb