bê xeber boçî weha bê xeberî

awî beqa
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 1 minutes  943 views
bê xeber boçî weha bê xeberî
seferî gerçî bezahîr ḧezerî
goşşêkî bike ta pêt ekirê
piserî ewřo sibeynê piderî
sebebî pare nîye mu’temedî
to be tuřey beşerî mu’teberî
nebî nazit nebe zêř û nebe zêw
to be dił me’denî zêř û zeberî
meke dostayetî dunya çi nîye
legełî kes demê nabate serî
tełebî awî beqa boçî dekey
ta le dunya bî lebeḧrî xeterî
çi xizir bî, çi sikender bî debî
bigrî axrî řêy derbederî
herçî nûsrabê eze wadekirê
nîye tedbîr be tenya eserî
ke qeza saḧêbî tedbîrî nebû
beheba řoyî sikender seferî
muxlîsaPen name gerçî geda hey’etî lêk
le diła xawenî duř û gewherî