çim lexom kird çim nekird bo axîret nef’ê bidat

muxlîs û ḧezîn
From the Book:
Dîwanî Muxlîs
By:
Mukhles (1910-1985)
 2 minutes  1198 views
çim lexom kird çim nekird bo axîret nef’ê bidat
çak weye ser hełgirim bo xom bikem terkî wiłat
biçme řewze her bigryêm bang bikem leḧze û se’at
ya řesûłî medenî ca nîme xom xiste penat
şermezar û řûsyahim bêkesim řûḧim fîdat
bê şi’ûr bûm bûm beyarî nefis û şeytanî le’în
řûm be meẍrûrî le dunya kird û ẍafił bûm le dîn
kes nîye řûy tê bikem ey riḧme lil’almînArabic
her etoy melce’ le řojî axîret bo muznîbîn
destî min bî û damenit agat lemin bî bo necat
çendî wa’îz we’zî dam ḧasîl nebû bo ankifafArabic
hîç nema neykem lefî’lî sû’ legeł laf û gezaf
her xudaye ger bizanî cîrmî curmim bê xîlaf
kêwî ’îsyanim eger bêt û biçête kêwî qaf
mumkîne qafit leber çaw bibête zûrî zûrebat
çunke çîy çabî lepêş xom bo sibey nemnardye
herkesêkî lêy epirsim çar û tedbîrim çîye
îctînabim lê ekatin hîç cewabêkî nîye
ca bequrban xot ’îlacim ger nekey hîç kes nîye
bê cesaret ka lelay mewla tikaman bo bikat
kirdewey xom dênme berçaw dême ser řêgay xeter
çunke hênd zore xirapem wa le ẍayet çûyte der
waye emma î’tîqadim waye ey fexrî beşer
to şefî’im bê gunahim sed zyatir bî eger
nadrê esła ’ezabim dême řêzî ewlyat
fezlî seḧbî to legeł esḧabî kehfan lêk cudan
min muḧîbî seḧbî tome û seg muḧîb bû bo ewan
seg beheştî bû be menzîl safîdat bê cîsim û can
çon segî esḧabî kehfan biçête nêw qesrî cînan
min segî esḧabî to neçme qisûrî ’alyat
her kesê şahî medîney yar nebîtin bêkese
bê sebate ta’etî herwek bînay bê hendese
banetirsêtin lemeḧşer muxlîsPen namey piř weswese
ey «ḧezîn» ḧuzinit nebê madam ewt nasî bese
beḧrî cûd û ẍîrete û ehlî wefa ’alî sîfat