řûtewekirdin

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 7 minutes  907 views

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «tecrîd»e. em tecrîde belay minewe û lem babeteda be «řûtewekirdin» çaktir dêt heta tecrîd.

dûr nîye ew řexneye bigîrê ke le basî «xwastin» da. «tecrîd» be «řût» guzariştî lêy dirayewe, boç lêreda ebê «řûtewe kirdin» bê?. xo banêk nîye û dû hewa!.

ełên em tecrîdey ke lêreda heye ẍeyrî tecrîdekey ewêye; ew lewêda řût bû le hemû şitêk, bełam emî êre - wekû basî ekeyn - řûtî ekeynewe lew şitaney ke heyetî, ew bergey lêy da’ekenîn û bergêkî tirî ekeyn be bera. kewa bû bo em şwên «řûtewe kirdin» zyatir cêgay xoy bû ta «řût». etwanim biłêm guzariştî kurdîyeke řewantir bû ta guzariştî ’erebîye ke, ke le her dûla her be «tecrîd» nawî birduwe!.

ca em «řûtewekirne»ş eweye ke:

şitêk heye sifetêkî heye, to lew şite mewsûfe bew sifetewe şitêkî tirî lêy wer egrê, ke wergîrawekeş. her wekû ew mewsûf be sifetewe emîş sifetêkî wekû sifetekey ewî têda bê. em îşeş ke eykey bo hûşekarî û mubaleẍeye.

em «řûtkirdinewe»ye bem nasandine ebê be çend beşêkewe. beşêkî eweye ke behoy «ho»yekewe bê. wekû ewe ke ełê:

«min behoy towe dostêkî tirî gyanî be gyanîm heye». eme ewe egeyenê ke «to» beranber be min sifetêkit heye ke dostayetyekî gyanî be gyanîte legeł mina, ewende em sifetet tund û tîje legełma etwanim her be hoy toy mewsûf bew sifetewe dostêkî tirî wekû tom hebê:

beşêkî tir lem «řûtkirdinewe»ye eweye ke dênî «lewçûn - mişbebe» û «lêy çûn - mişbe» êk dirust ekey, be tewawî bonî lêy çûneke enî be lewçûnekewe. be wêne wekû «ḧerîq» ełê:

«eger řût na le şêxim to le bo new metlebet gyana»
«ebê wa bizanî pirist řûy le beḧrî qulzime cana»

eme mubaleẍeye le şêxekeya, ke piře le hemû me’newyatêk. wate: to, ke pirsyarit lewe, ebê wa bizanî ke pirsyareket řûy le deryarî qulzime, çunke deryay qulzim şepol eda, emîş waye!.

em core şitane le zimanî kurdîda zorin. ca, ya be kurtî, ya be dirêjî. kabra wesfî melayetî melayek eka ełê: «maşeła piře, şepol eda» mebestî ew eweye ke zor ’alme, wekû beḧir şepol eda.

beşêkî tir lem babetî «řûtewe kirdine»e eweye ke şitêk heye mewsûfe be sifatî gelê şitewe, to dênî ew sifetane - ke her yeke hî şitêkin - hemûyan edey bew taqe mewsûfe - ke to etewê -. le danî em hemû sifetane bew, şitêkî tir dête nawewe ke hergîz nabê şitî wa hebê, bełam to mewsûfêkî wa dirust ekey le nebûn, be mercêkîş mewsûfekey to eger řûtî bikeytewe lew hemû sifetane, xoy şitêkî zor bê nimûd û i’tyadî der eçê. wêne eme wekû ew biře honrawe ke «nałî» be seru gwêlakî kerekeya witûyetî. ełê:

«min kerêkim bû, çi peyker, tey kerî hewraz lêj»
«sîne pan û mûçe kurt û şane berzu gwê dirêj»
«bin zik û cebhet sipî, kilk îstir û damen sya»
«yekke tazu sîpřu dûbad û şeş dang û dirêj»
«kele wek ceřey şerabî piř nişat û teř demaẍ»
«şêrî neř, ahûy beř, gurgî seẍer, qemçî neçêj»
«mil ’elem, şîrîn qelem, ahû şikem, meymûn qedem»
«sim xiřu kilk hełgir û menziłbiř û ’areq nerêj»

temaşa ekeyn lem honrawaneda gelê wesfî hênawe, ke her yeke becya hî mewsûfêke, em hemûyanî hênawe dawye be yek mewsûf - ke kerekeyetî -. dyare kerêkî wa her nîye û nebuwe. eger em sifetaney lêy laberî kerêkî quř beserî lawaz emênêtewe, ke kere!. emaney ke kirduwe bo hoşekarî û mibaleẍeye.

beşêkî tir le «řûtkirdinewe» eweye ke to bênî le cêgayekî taybetîda şwênêkî taybetî tir dirust bikey û bîdey bew kesey ke etewê. wekû ełê:

«lenaw sê derî koşkî azadîda be diłnyayî danîştuwe».

temaşa ekeyn lenaw ew koşkeda - ke koşkî azadîye - şwênêkî tirî terxan kirduwe. eme bo zor hûşekarîye le azadî û kameranî, me’nay eweye ke le hîç řûyekewe natewawî nîye, wekû ewe waye ke to beşêk le kirokî şitêk wer bigrî.

dîsan her beşêke le «řûtkirdinewe» ke le řêgay derekewe bo mebesteke biçêt. wekû lem wêneyeda ke «bêxud» ełê:

«ey şox û şengî seraperdekey cemał»
«ey wergirî kasî melaḧet le destî ehlî kemał»
«neydîwe kes le to zyatir lem deyre koneda»
«labê le awî destî bexîl û awabê destî bemał»

temaşa ekeyn lem wêneyeda ełê:

to ew kesey ke awit le destî çirûk wer negirtuwe, destî xot hemû dem awedane be mał bo ewe bîdey be xełk. me’nay waye: awî, ke le destî çirûk wer negirtibê, ebê her le destî însanî bexşendey wer girtibê.

bexşindeyekî le dostekey dataşîwe û awî bexşindeyî le destî ew kesî duweme wer girtuwe. emeşî ke kirduwe le řêgay dirkeweye; çunke ew ke ewey bo çespand ke awî le destî çirûk wer negirtuwe emey bo saẍ kirdewe ke awî le destî bexşinde wergirtuwe, emeş aşkiraye ke lew bexşindeye wergirtuwe, kewa bû ew aw lêy wergîrawe bû be bexşindeke.

lêreda kesêkî tir dirust bû - cige le dostekey - bo mubaleẍe. ke wirdîşî ekeytewe her dû keseke her dostekeyetî; yekêkî le řastîda her ewe, yekêkî tirî eweye ke lem řêgayewe daytaşîwe!. wekû witra eme her bo hûşekarîye le nasandinî dostya.

***

her lem beşî cwankarî «řûtkirdinewe»yeda yekêkî tir eweye ke qise legeł nefsî xoya bika; wate xoy bika be yekêk û legełya dest bika be axawtin. wênekey wekû «selam» ełê:

«diłe! kûrey xem komełê zûxaw sadey xuroşê»
«mûşe demekey henasey piřtaw dexîle coşê»

eme lêreda herçende witûye «diłe», bełam em diłe diłî xoyetî û qisey legeł xoy kirduwe. we ya her lem wêneye yekêkî tir ełê:

«eger etewê diłit řeḧet bê»
«nanit coyîn bê û xułqit genmîn bê»

emeş her qisekirdine legeł xoya.

***

beşêkî tir lem «řûtewe kirdin»e eweye ke şitêk heye sifetêkî xoy heye, to dênî ew sifete lew wer egrî û eykey be sifet bo şitêkî tir. wêney eme wekû «miftî zehawî» le barey «mela ’ebdułłay celî zade» we witûye:

«kakewełła gwê xêle bo qisekanî min!».

eme le miftîyan pirsîwe ke mela’ebdułła gwê bo qisekanî to řa’egrê?. ewîş ew wełamey dawetewe!.

«xêl»y şitêke bo «çaw» ewtirê û sifetî ewe û şitêk be dûşt ebînê. em sifete bo çaw wenebê zor cwan bê. keçî ew hatuwe em sifetey dawe be gwê, ke ewpeřî cwanîy lêreda der ekewê. me’nay waye ke ew ewende be arezuwe bo wergirtin û bîstinî qisekanî min, her qiseyekim ke kird deng edatewe le gwêda û bîstinekey boy le batî yekcar ebê be dûcar!.