kokirdinewe û biław kirdinewe û dabeşkirdin

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  737 views

le hunerî cwankarî guzareyî yekêkî tir «kokirdinewe û biław kirdinewe û dabeşkirdine - alcim’ û altifrîq û altiqsîm»; wate kokirdinewey desteyek, emca biław ekirênewe û paşan dabeş ekirên. wêneke wekû lem parçeyeda heye:

«zistan dirêjey kêşa, alîk nema, berxe cwaneke leber birsêtî xewî lêkewt, le xewya wa:

behar hat, berẍel le koz derçû, leber birsêtî û xoşîy hatnî behareke kesyan, kesyan nadwênin. lenaw ew berẍeleda hendêkyan geme û yarî eken, hendêkyan leber bê hêzî şilepete bûn.
ewaney gemeyan ekird kewtine naw ew qersîl û sêpeřey beharewe, jyanyan bû be jyanêkî şadmanî, ewaneş ke bê hêz û lawaz bûn neyantiwanî xoyan be beheştî ew behare şad bikenewe, be naçarî qesab hat û serî biřîn, kewtine dozexî be tewawî le naw çûnewe! emca řaçenî çi le tirsa, çi le xoşa!»

temaşa ekeyn berẍel le koz derçûn, bûn be dû destewe; desteyekyan kewtine yarî, desteyekyan kewtin, ewaneyan ke hêzyan têda hebû kewtine naw beheştî jyanewe û manewe, ewaneyan ke lawaz bûn kewtine ber destî qesab û çûne dozexî nemanewe!.