hûşekarî

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 8 minutes  1063 views

yekêkî tir le hunerî cwankarî guzareyî «hûşekarî»ye. em babete le bilaẍey ’erbîda be «mibalẍة» naw birawe.

nasandinî em babeteş eweye ke sifetêk bo şitêk butrê pêçewaney řastîy bê, bełam ebê nextêkîş be řê û cê bê, lewane nebê ke be tewawî diro bê. ca leber eme ebê be sê beşewe; yekem «tiblîẍ», duwem «aẍraq», sêyem «ẍilu». emane le guzariştî ’erebîda wa naw birawin.

yekem, ke «tiblîẍ»e. min lêreda ewende leser emane nařom ke aşnayetîyan be çemkekanyanewe çûne, bełkû her leser wergêřawî ḧerfî eřom û emeyan be «řageyanin» naw ebem.

em sêyeş eger ew sifete be eqił û be ’adetî řê ekewt û eşya, ewe

«řageyandin»e, eger be eqił ebû bełam be ’adet řê ne’ekewt ewe «aẍraq»e - ke min be «řoçûn» nawî ebem -. em duwe belay ehlî belaẍewe - be taybetî cwankarî - wer’egîrên. «ẍilu»e, - ke min be «leřê derçûn» nawî ebem -.

lêreda ebê eweş bizanîn: mebest bewe ke ew şite eçête diłewe, ya naçêt. we ya ’eqił û ’adet werî egrê ya naygirê, eme beçaw zanyarîy cwankarî û i’tibaratî honeraneweye, belay zanyarî «řewankarî»yewe hemûyan dirustin, çunke em core şitane be lay řewankarîyewe leser me’nay ḧeqêqî nařon, bełkû leser xwaze û dirke û xwastin û ew core şitane eřon. ke ewaney têda hebû îtir honraweke biçête jêr xêwetî ’eqił û ’adetewe, ya neçê zanyarî řewankarî her werî egrê, çunke ew ew core şitaney ewê. leber eme gelê şit ebê «cwankarî» werî nagrê, keçî «řewankarî» baweşî bo egrêtewe.

emca beşî yekem - ke «řageyandin»e -. wekû ewe ke «şêx řeza» ełê:

«kełeşêrê be řeza lazme kirmaşanî»
«zîrek û çabuk û dem germ û diř û şeřanî»
«kełeşêrê ke qepî girt le binagwêy kełeşêr»
«piř be dem bîpçiřê wek segî hewramanî»

bełê lêreda em sifetane bo ew kełeşêre witrawe lewaneye tozê dûr bin le ḧeqêqetewe, legeł eweşa řêyan têy eçê, çunke em wesfane hemûyan ’eqił û ’ade weryan egrê. lenaw kurdida ew kełeşêrane ke şeřanîn pêyan ełêyn kełeşêrî kirmaşanî. ca em core kełeşêrane ke bo şeře kełeşêr řa’egîrên řaste zîrekin, xêran, demyan germe, çunke le meydanekeda hatûçoy zor eken. řaste lekatî şeře kełeşêrekeda, kełeşêrî aza ke pelamarî kełeşêrêkî tir eda, birîndarî eka û goştî lêy ekatewe, ta way lêy eka eybezênê.

dey em core şite hem ’eqłîş werî egrê, hem ’adetîş.

beşî duwem - ke «řoçûn»e -, belay ’eqłewe egunca, bełam be řewişt û ’adet kemtir řûy eda. wêney eme wekû «kurdî» ełê:

«le mîwanxanema îmşey eger mîwan nebê demirim»
«ke çejnî min be mîwane, xuda çejnim bide û nemirim»
«eger ew her nehat û min be tenha mamewe lêre»
«ewî noşî eka gyane, enêrim boy, bimênim ya wekû bimirim»

eme belay ’eqłewe hîçî têda nîye ke gyanî xoy bo ew mîwane binêrê; wate le dûrî ew swêy bêtewe, bełam eme kem řêkewtuwe, bełkû em core şitane hemû, weya em guzariştane le hûşekarî honerane!.

we ya «ḧemdî» ełê:

«le ’eksî destî řengînit diłî peymane řengîne»
«le xoşîy lêwey şîrînit mey û meyxane řengîne»
«ke esrarî demit badî seba bo ẍunçeyî hêna»
«fereḧ kewte diłî êsta gułe û xendane řengîne»

aya eme waye ke şerabî ałî naw peymane ew řenge şerabyey le ’eksî xeney destî saqyewe wer girtuwe?. aya eme waye ke, leber xoşîy nişoy ew şerabe, ewan řengîn bûbin?! aya eme řaste ke bay seba qisey nihênî mirwarî amêzî ewî geyand be ẍunçe û ẍunçe le xoşya demî kirdewe û destî kird be pêkenîn?!.

bełê! ’eqił dûr nîye emane werbigrê, bełam hergîz ’adet wa nebuwe. etwanim biłêm eme ber «mistiḧîl» kewtuwe û lewaneye ber beşî sêyem bikewê. her çende etwanrê butrê ke ber beşî sêyem zyatir ekewê boç lêreda hênrayewe?.

ełêm ber beşî sêyemîş ekewê, egîna eger zyatir wird bikirêtewe layenî beşî duwemî zortire ta sêyem. bełam bo basî «cwanî bays» piř be pêstye.

beşî sêye - ke «le řê derçûn»e - eweye ke, ne be ’eqił û ne be ’adet ne’ebû. wênekey wekû «ḧacî qadrî koyî» ełê:

«ke hesta qametî berzî, le ferqî ta wekû erzî»
«perêşan zułfî sed terzî, be yekda dařja û lerzî»
«ḧeyay çû çetrî tawis, baregakey şe’şe’ey řojîş»
«kemendî tuhmeten, zincîrî dawid, gurzî goderzî»
«hełîda zołfî çewganî kûrey xurşîdîda ber şeq»
«lewêda çend mela’ik bûn semayan kird leser erzî»
«deqêqeyêk bê serî mûyî le zułfî wer geřê derdem»
«legeł subḧî qyametda deka bê teqye ser berzî!»

temaşa ekey hûşekarî wa ne ’eqił û ne ’adet û ne waqi’ hîçyan werî nagirin!. eme ebê ke zułfî le tewqe seryewe ta kełemûstî pêy dirêj bê û pexiş û biław bibêtewe beser leş û larya, bełam le kwê eme ebê ke kûrey piřtawî řoj û çetrî hezar řengey kilkî tawis leber dîmenî biław bûnewey ew zułfe ḧeyayan biçê?!.

sereřay emeş kemendî tuhmiten û zincîrî dawdî pêẍember û gurzî godirzî pałewan ewanîş her leber ewe zułfe xoyan bişarnewe!

seyrtir lemane ełê katê ke serî bada, zołfekanî kird be goçan û çû řojî daye ber şeq!. çend melayekeyek lewêda bûn wekû harût û marût hênanye xwarewe, leser erz destyan kird be sema kirdin!. her tozê serî yekê le muwekanî serî, cya bibêtewe lewanîtir û hełbigîrêtewe qyamet berpa ebê û legełya ekewête berberekanê!.

emane ke em witûnî aya wabe?. dyare meger her ber ewe bikewê ke qiseyek heye ełê: «le honerana ewî diroznitir bê honertire!». we ya ełê: «to canewerêkî wayt, tenanet ewaneş ke hêşta nekewtûnete sikî daykyanewe her lêt etirsin!».

legeł emaneşa em hûşekarîye, be taybetî beşî sêyem, hî way heye ta endazeyek be cêye; wate şitî wa exrête pałî lewaneye be hoy ew şitewe tozê nizîk bibêtewe le řastîy. wekû ewe ke ełê: «dareke leber wişkî lewane bû agirî têy ber bibê, ba agirîşt pêwe nenaye». dar xoy le xoyewe agir nagrê, bełam wişey «lewaneye» tozê nizîkî xistotewe le řastîy.

we ya leber cwanîy endêşeke, gwêgir zyade şewqêkî bo peyda ebê. wekû le wesfî «mayn» êka ełê: «legeł mangida çepokanî ekird» eme hûşekarîye bo ẍarkirdinî piř tawî ew mayne, ke destekanî le wextî ẍarda ewende zyad berz ekatewe eyangeyenête asman û legeł mangida çepokan eka! dyare eme ew peřî hûşekaryekî waye ne ’eqił û ne ’adet hîçyan werî nagirin, bełam leber cwanîy wişekanî û pê xoşbûnî gwêgir boy, tozî nizîkî xistotewe le řastî.

we ya řê ekewê leber nizîkî le řastî û cwanîy xyałeke, hûşekarîyeke exene qałbêkî şîrîntirewe. wekû ełê:

«be estêrey şew asmanî tarîk bizmarřêj kira»
«birjangî çawî minîş bewanewe tund şetek dira!»

eme derdedił lewe eka ke pejare neyhêştuwe bixewê, ke nenûstuwe şeweke her zor dirêj bwetewe û řoj nebwetewe. ewîş bew honrawe witûye:

ew şewe her řoj nedebuwewe, çunke way lêy hatbû estêrekan wekû bizmar kutrabûn benaw tarîkî şewekeda, cûłeyan ne’ekird. birjangî çawî minîş bestirabû bew estêranewe, pêłwekanim ne’enîştine ser yek ta xewm lêy bikewê!.

estêre bû bêt be bizmar û kutrabêt be asmana û birjangîş bestirabê bew estêranewe. eme ne ’eqił qebûłî eka û ne şitî waş hebuwe, bełam cwanîy xeyałeke tozê nizîkî exatewe le řastîy.

we ya her le «řê derçûn» êkî meqbûłe hendê lew şitane ke bo gałte û gep û řabwarin ewtirê. wekû ewe kabra ełê: «her le dwênêwe serxoş ebûm, eger êste bîr lewe bikemewe ke sibeynê ’ereq exomewe!»

dyare eme hemûy hûşekarîyekî waye ne ’eqił qebûłî eka, we ne şitî waş řû eda, bełam pêkenîn û gałteyek be hoy ’ibaretekewe dête nawewe nizîkî exatewe le řastîy.