girê lêdan

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 8 minutes  1722 views

le zimanî kurdîda řiste, we ya «waje»y «ziman paraw» heye, eme belay minewe ew çemkeye ke le zimanî ’erebîda be wişey «fisîḧ» û «fisaḧe» guzariştî lêy dirawetewe. ełê:«zimanêkî parawî heye», wate fesêḧe û hîç girê û gołî nayete ber ziman. dyare yekê ke zimanî paraw bû be řewanî qisekanî le dem dête derewe û hełey têda nabê, we ya kem ebê. ewey ke hełey têda nabê řewanbêjî û belaẍeke egrêtewe. em řewanbêjîyeş le hemû serdemêka eweye ke ew qisane şan be şanî çonyetî babeteke biřwa beřêwe, wate legeł «miqtizîy ḧal»da beranberîy bika, lem beranberîy kirdine beşekanî řewanbêjî dirust bûn.

basî «girê lêdan» ke dête pêşewe eweye ke řewanbêjîyeke ew girê û gołyey ke be «girê lêdan» guzariştî lê dirawetewe têda nebê, bełam ebê bizanrê ke em girê û gołyane çîn? bo ewe to kakłeket bo der kewê.

eger hemû şit çak bû xirapit bo der nakewê, pêçewanekeşî: eger hemû şit xirap bê, çakit bo der nakewê, ke wa bû ebê biłêyn ew şite û ew şite xirape bo ewe çakeket bo řûn bibêtewe, we ya ew şite û ew şite çake bo ewe xirapeket bo der kewê.

řaste girê lêdan belay zanayanî řewanbêjîyewe le hunerekanî řewanbêjî nîye, bełam ebê ewe bizanîn ke em girê lêdane kameye û çîye? heta to bitwanî řastîyek bixeyte řû. ca leber ewe belay minewe baskirdinî girê lêdan le basî babetekanî řewanbêjîda bas bikirê. ke ełên bas bikirê mebest ewe nîye ke xudî girê lêdan le kirokî řewanbêjî û zimanparawîye, bełkû mebest babetekeye. pêçewaney em girê lêdane ebê be yekê le babetekanî řewanbêjî. we be taybetî tir pêçewaney em girê lêdane -ke girê kwêrey têy ekewê- «aşkira - wizuḧ»e. wizuḧ xoy be hoy «teẍlîb»ewe bû be yekê le babetekanî řewanbêjî; ew babetane ke ebê řewanbêjî lemaney têda nebê.

eme û dîsan eger řastit ewê, ewî em xêwetî řewanbêjî û belaẍeye daygirtotewe hemûy le «niḧu» û «mintiq»da heye, her ew qisaney neḧo û mentiqe em eyanka be řewanbêjî. aya eme eşê ke butrê: qisekanî řewanbêjî hemû le zanyarîyekanî neḧo û mentiqda hen, ke wa bû îtir pêwîst bewe naka zanyarîyekî serbexoy bo dabnirê û be řewanbêjî naw bibrê?! dyare eme naşê, çunke her zanyarîyek kesyetî xoy heye û ebê le naw çwarçêwey ew kesyetyeda basî wird û diruştî bikirê.

babetêkî wekû girê lêdan eger lenaw çenberî řewanbêjîda bas nekirê, ey ebê le kwêda bas bikirê?! her ebê le řewanbêjîda bas bikirê, ke eme hebû ewîş xoy bû be babetêk le babetekanî řewanbêjî, bełam bo dûrkewtinewe lêy, newek bo nizîkbûnewe.

îtir leber eme min hatim le pêş hemû babete serekyekana «girê lêdan»m dana, bo ewe eme bibê be derwazeyek bo çûne naw hemû babetekanî řewanbêjîyewe. we le baweřî mina ebê bayex bidrê be girê lêdan. ca zanayanî belaẍey ’erebî gwê edenê, ya naydenê, min gwê bew gwêdan û nedane nadem!

dîsan dûr nîye butrê şitêk ke be kêşe bû bo têgeyştinekey boç ebê eme ber huner bikewê?

le wełamda ewtirê be corêkî têkřayî kełk le hunerî -betaybetî guzarekarîda- eweye ke news le barî wişe û guzarewe lezet û xoşîyek wer bigrê, wergirtinekeş eweye ke gelê şit le diłî xawen «deq»da peng exwatewe, dênê be core wişeyek deryan ebřê ke xwêner, we ya gwêgir lepaş xerîk bûnêk legełya û lepaş zanînî, pişûyekî xoşî pya dêtewe. dyare eme bêguman bo newsî ademîzad behreyeke, ke be hoy ew wişanewe werî egrê û ḧesaneweyeke boy.

ke wa bû twanra butrê, «girê lêdan» her çende le řwałeta girê kwêreye bełam le naweřoka ḧesanewey nefse û nefis pêy geşedar ebê.

***

ca em girê lêdane wa ebê le wişeda ebê, we waş ebê le guzareda ebê, ke wa bû bû be dû beşewe.

wişeyîkeş eguncê be hoy pêç û penayek bê ke le wişekana heye, wate le řîzkirdinî ew wişane ke le řistekeda hen pêç û penayek heye bo wergirtinî guzareke, we ya řanaw û hêmayekî zoryan têy ekewê, we ya dananî core wişey wa le çeşne řisteyekî wada ebêt ke siłemandineweyek eda be gwê û tezwêk be nefsekeda dêt.

ke wa bû wişeyyekeş bû be çwar beşewe.

beşî duwem lew girê lêdrawe ewe bû witra guzareyîye. lem guzareyyeda wa dyare xwaze û dirke û xwastin be tewawî destyan têda heye, ba řisteş pexşan bêt; çunke xawen řiste be bekarhênanî hendê wişe le řistekeya îşêkî wa eka ke be tewawî xoy le guzare řasteqîneke dûr exatewe.

lem beşeyana dûr nîye nyazeke le diłî xawen deqa be tewawî çesp nebûbêt boye em girê lêdrawye peyda ebê.

ca ême lêreda bo beşekanî girê lêdrawî wişeyî her yek, wêne dênînewe, eweş ber eweyan ekewê ke řanaw û hêmayekî zor le řistekeda bekar hênrabê û girê lêdrawyekey dirust kirdibê, bo sê beşekey tir xwêner etwanê xoy lêkî bidatewe.

honer ełê -řeng bê xawenekeşî «sicadî» bê-

’etard, muşterî, meřîxî dewrane
nîgarî min le nawyana nîşane sun’î subḧane
eger em bê, we ya ew bê, we ya cuz’êkî em ew bê
we ya hîç yek nebê her xarcê ewsafî însane!

temaşa ekeyn yekem nîwe honrawî duwem ewende «em» û «ew»y têy kewtuwe -ke emane řanaw û hêman- be tewawî lewaneye seryan le xwêner têk dabê û girê lêdrawîyan le honrawekana dirust kirduwe.

we bo guzareyyekeş «bêxud» ełê:

ẍezalî agirîn wextê ke burcî asmanî girt
nîhalî qametî řomî legeł zengî beraber kird

mebestî honer be ẍezalî agirîn kûrey «řoj - xor»e, be burcî asman burcî «ḧemel», be řomî «řoj» û be zengî «şew»e.

manay têkřay eweye ełê:

katê řoj geyşte burcî ḧemel, şew û řoj beranber westan û bûn be endazey yek. dyare emeş řêkewtî şewî «21 marit» ke şewî newroze.

***

beranber be girê lêdraw «aşkira» heye, aşkiraş eweye ke hîç yek le beşekanî girê lêdrawî têda nebê, ne wişeyî, ne, guzareyî, wêneş bo emeyan wekû «pîremêrd» le basî serçawey «zełim»da be honrawe ełê:

awe cwanekey serçawey zełim
bo geła řêzan ser be tem û hełm
ełêy serçawey bextî kurdanî
sirewtit nîye, wêłî herdanî
tavgeket ser berz sarde wek terze
daney mirwarî lencey sed terze
lew asmanewe eřjête xwarê
le çawî gerdûn firmêsk ebarê
wêney ’aşiqê ke nałe kar bê
seḧra newerd bê, peycorî yar bê
wêł û sere řo, be řo, řoy piř derd
le qełbezewe ser edey le berd
dest le milanî legeł «tancero»
besewday «sîrwan» şeyda û řencero
le «dwawan»da ke yek ekewî
dû «misir’î» bo beytî mewlewî:
«sîrwan»y em çem, «tancero»y ew çem
biden be yekda em çem ta ew çem
meweste biřo be lim û xaka
bigrî le bargey selmanî paka
pêy biłê qurban to nawit pake
bimanxere řê yekyetî û çake
leber awdêrî ew xake dême
ke paraw ebê be awî ême
ba guł û nêrgis her dû pêkewe
şad bin be diłî řêk û pêkewe

wekû seyr ekeyn honer basêkî girtuwe be destewe ke basî dîmenî «zełim» û «tancero» û «dwawan»e, be řewanî hênawyete xwarewe, be bê ewe hîç girê û gołêkî têda hebê.

dyare eme ew «aşkira - wizuḧ»eye ke qutabxaney řewanbêjî lêy dwawe û hemû mercêkî ew řewanbêjîyey têda hatote dî.