aşnayetî řewanbêjî û lêkołînewe

From the Book:
Xoşxwanî
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 5 minutes  3341 views

mebest be lêkołînewe lem şwêneda eweye ke le parçeyekî edebî wird bibînewe bo ewe bizanîn dirust û tewawe, ya xewşêkî têda heye û řastîyekey win buwe. boyeş mebest emeye çunke lêkołînewe bo şitî tirî ẍeyrî edebîyş be kar hatuwe; wate bo şitî kirdeweyî, we ya bêjrawî. lêreda mebest bêjrawîyekeye û mebest eweye lew cewhere me’newîyewe qise bikirê bo ewe perdey tarîk le řûya hełbidrêtewe.

edeb xoy le me’newyate, ke ełên le me’newyate; wate ew çemkaney ke lewda hen wenebê şitêk bin ke be çaw bibînrên, we ya be dest bigîrdirên, lêkołîneweke ew cewhere ḧeqêqîye der exa.

belaẍe bo çîye? dyare bo eweye ke edebeke řûn bikatewe, wate zanyarîye cewherî edebeke pîşan eda. dûr nîye butrê her şitêk le zanyarî belaẍeda bas bikirê le zanyarî «neḧo»yişda heye. bełê eme řaste bełam zanyarî neḧo şitêkî tire û zanyarî belaẍe şitêkî tir. şitî wa ebê belay belaẍewe řaste, keçî zanyarî neḧo danî pya nanê, herweha pêçewanekeşî.

ca em belaẍeye edebeke beş beş ekatewe; hendêkî be cwankarî, hendêkî be řewankarî, hendêkî be guzarekarî. çon deẍłêk sereta «kew» paşan «seren» paşan «bêjing» ekirê ta puxtekey be tewawî dête dest, belaẍe û edebîş waye; edebeke heye, belaẍeke ew edebe puxte eka û dîmenêkî cwantir le qisekana peyda ebê.

lêreda merc nîye her şitêk -betaybetî qise û nûsîn- naw bira be edeb «bilêẍ û paraw» bêt, bełam merce lem řuwewe her şitêk belêẍ bû ebê be edeb û edebe. zanyarî belaẍekan «tan» û «po»yekî awrîşme bo parçey xomałîy edebeke.

emca belaẍe û lêkołînewe.

ebê aşnayetîyekî tewaw hebê lenêwanî em belaẍe û lêkołîneweda, çunke belaẍeke bo edebekeye, lêkołîneweş her bo edebekeye. etwanîn biłêyn lêkołîneweke be dû çaw seyrî edebeke û seyrî belaẍeke eka. lêkołîneweke leser binaẍey ew zanyarîye ke heyetî wekû çon seyrî giranî û sûkî, berzî û nizmî edebeke eka, bew coreş eçête parêzewe bo seyr kirdinî belaẍeke. bełkû belaẍe, ke birîtî bû lew sê babetey pêşû, we hate ser ewe ke edebeke lenaw ewanedaye, bû be wekû hełm lenaw awda û bû bewan. lêkołîneweke îtir lewaneye betewawî gořî xoy bibestêtewe bo pelamardan lew babetane.

wird wird temaşay ewe eka ke aya ew edebey ke belaẍe be cwankarî, we ya řewankarî, we ya guzarekarî danawe řaste wane yan ne? řaste hunere qiseyye aşkirakan lew beşeda hen? řaste ew zanyarîye ke çonyetî wişey pê ezanrê, ew zanyarîyey têda heye? řaste guzarey berz û nask lew řisteyeda heye? řaste cwanîy wişe lew şwêneda heye? řaste ke yek guzare be hoy wişey corawcorewe bas bikirê? we ya yek wişe çend guzarey lê wer bigîrrê? řaste le barî guzarekarîyewe ezanrê kam wişe we ya řiste cwan û diłgîre we ya cwan nîye?

lêkołînewe seyrî ewe eka ke her yek lemane şwênî xoyanyan girtuwe? yan ne? be dû çawî tîj û wirdibîn temaşa eka. ewey ke qutabxaney belaẍe bexwaze, ya xwastin, ya dirke, ya wek yek, we ya kurtibřî, ya lêkdan, we ya hunerekanî tirî danawe aya wane yan ne? wekû westayekî giłkarî lê dê ke wa xişt û nexşî zêřîn lexelfeke wer bigrê û day biřêjê, çunke lêkołînewe seyrî deq eka, seyrî çeşnî nûsînî ew deqe eka.

seyrî ewe eka ke em deqe hî kê, we hî çi serdemêke. seyrî ewe eka ke deqî řesenî le hî lawekî cya ekatewe, wişey zibir û nerim le yek ekatewe, ezanê çi wişeyek bo çi şwênêk dest eda, çi řisteyek bo çi cêgayek bekełke, kam wişe û řiste karîgerîyekeyan zyatre bo cêgay xoyan, em lêkołîneweye boman řûn ekatewe ke xawenî deq twanîwye serkewê le berhemekeya, yan ne?

gumanî têda nîye ew deqe ke lêkołînewe em bijarey têda eka řiste û honraw û wişeye, xawenî belaẍe ew řiste û honraw û wişeye ke hênawye û nawî guzarekarî û řewankarî û cwankarî bo danawe, em etwanê -wate lêkołînewe- lepaş wirdibûnewe řexne le xawen belaẍe bigrê biłê: ewey ke to le zanyarîyekey xota be karit hênawe, leber em hoye û ew hoye ew wişe, we ya ew řisteye be kełkî ew şwêne naye.

kewa bû aşnayetî lêkołînewe legeł belaẍeda wekû aşnayetî berdî meḧeke legeł zêřda; çon ew berde zêřêkî puxtet bo edozêtewe û eyda be destitewe. emîş kirokêkî puxtey edebî edozêtewe û eyxate ber çawî ehlî belaẍe.

lemewe ewe derkewt ke çende aşnayetî edeb û řewanbêjî pêkewe heye, aşnayetî lêkołînewe û řewanbêjî gelê betîntir û behêztire lew, çunke belaẍeke her řû le edebeke ekatewe, bełam lêkołîneweke řû le belaẍeke û le edebekeş ekatewe û le parêzaye bo her dû layan.