beḧrî «kamil»

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 4 minutes  650 views
«kamil» beḧrêke şeş eczay heye
«mitfa’iln» tef’îley weye
sê «’iruz»y hen legeł no «zirb»a
hemû meqbûłn lelay udeba
yekem «’iruz»y saẍ û qayme
sê «zirb»y heye yekem «salim»e
dûhem «miqtu’»e, sêhem «zirb»ekey
«miqtu’»e û «mizmir» leser yasay xoy
«’iruz»y dûhem «miqtu’»e benaw
dû «zirb»y heye bebê çaw û řaw
yekem be wêney «’iruz»ekeye
yanê «miqtu’»e, derdî key nîye
«zirb»y dûhemî «miqtu’»e û «mizmir»
«fisil ’ilî sîd albişir»
«’iruz»y sêhem wesfî «miczu’»e
çwar «zirb»y heye be ḧeq «miqru’»e
«mirfil» yekem, «midîl» dûhem
«miczu’» sêhem, «miqtu’» çwarem
***
mutefa’îlim be keramet û be semaḧetit
mutekamîlim be newalî feyzî selaḧetit
mutenewwîrim be me’arîf û be ’îbaretit
mutefekîrim be lewamîḧ û be îşaretit
dił întîzare be lutfî zatî munewwerit
key bê biga be xełatî berzî şefa’etit
dił wek hetawe be mercî hetawî nûr
dabêt û lêy bida be newalî semaḧetit
’alem muzeyîne be fuyûzatî zatî to
adem muşeřřefe be ser û tacî ’îzzetit
ew ’alîmey ’îlmî bibê be meqamî to
mute’ekkîdim ke ega be feyzî kerametit
ferze supasî nî’metî dînî meḧemmedî
ferze xulûs û xîdmetî dîn û şerî’etit
asane fehmî derzî bunûdî řîsaletit
«fuq alsirîḧ»e cumle kelam û ’îbaretit
cûdî wicûdî toye fuyûzatî ademî
nûrî şuhûdî toye meqamatî ummetit
namîPen name ’ułam û beçke ẍułamêkî xalîse
şayane bête sêberî ałay şefa’etit
***
şahî řîsale saḧîbî esrarî řehberî
enwarî toye çetre leser fewcî ummetit
řuxsarî toye me’denî enwarî ka’înat
esrarî toye menbe’î esrarî ummetit
her řoḧî toye menşe’î enwarî ’arîfan
ye’nî ’ulûmî ḧîkmet û yasay şerî’etit
mustelhemêkî cîhan piř buwe le feyzî to
feyzî wicûdî toye fuyûzatî umetit
behrem tefa’ule be wicûdî mubarekit
çarem tekamule be meqamî terîqetit
toy řehberêkî řeḧmetî lil’almînArabic hemû
toy serwerêkî saḧîbî tenwîrî ummetit
hîwam wehaye min le sexay û semaḧetit
ḧellî meşakîl û řef’î meqamî ummetit
hîwam wehaye axrî karî sedîqekan
şayste bê be beqay lutif û ’efu û řeḧmetit
ew ’aqłey ke yawerî başe be cahî to
mumkîn nîye ke be bê behre bê le řeḧmetit
ew cahîle ke cesaret eka be cahî to
şubhe nîye be dił ke egate ’uqûbetit
bew paye cwane wa le ře’ûf û řeḧîmeda
bew paye berze warîde bo kerametit
***
dawa ekem le ḧezretî řehber nezareyê
bo qelbî piř kudûretî namîPen name le piřxewî
ew řehberey ke piştî serî xoy edî be çaw
ew řehberey ke kaşîfe bo sîřřî me’newî
ew řehberey ke paye bułinde lelay xuda
boye buraqî bo çû be şew bû be şewřewî
ca mîslî berqî xatîfî ’alî be hatuçu
řoyî le mescîdî ḧeramewe ta qudsî me’newî
ca pas lîqa be gelî enbya û nwêjî ḧeq
serkewt le asman û sîdre heta ’erşî mewlewî
hetta sema û sîdre û ’erş û mawera
pîroz bibin be cah û meqamî wekû zewî
ta des bida meqam û munacatî zatî ḧeq
ta wergirê xełatî xuda û cahî me’newî
ye’nî xełatî nwîjî şew û řojî dînekey
pênc ferzî nwêjî be penca selatî mustewî
ca hate xwarewe ḧezretî řehber be ’îzzewe
bo şwênî xoy le ke’be û meydanî ser zewî
qurbanî ’areqî gułî řûy toye řoḧekem
namîPen name eger nimêkî lew ’ereqey be des kewê
namîPen name ke pasebane leber astanî sah
bo xoy ełê be xoy le şewa ḧarîsî ewî
mangane ger nebê be beratî kerem ejî
řu’yet eger nebê bese řu’ya û xewî şewî