beḧrî «mitdark»

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  507 views
beḧrî «mitdark» be heşt eczaye
«fa’iln» heşt car dênrête kaye
«’iruz» û «zirb»y hemû salime
eme ezanê ewey ’alme
wa bem qesîde nimûney dênim
be xwêndewarî tê’egeyênim
***
şahekem, mahekem, serwerim, diłberim
bulbulî ser çiłim, ’aşiqî řûy gułim
řehberim, diłberim, karebay řaserim
’aşiqî sadqim řêge ba dagirim
tawî to day le dił, dił bewe hate kuł
berdewam kuł be kuł çi le řoj çi şewa
berqî to wek hetaw, day le dił ta henaw
bo lesim bûy be çaw, derkî min wa lewa
xadîm û çakîrim, bê seda ḧazirim
bo ’emel şatirim, wam le ḧewl û dewa
askî naskî kêwî nek małekî
kaşkî şwanî ebum ta nenûm le şewa
namîPen name zor samîye, meşrebî «camî»ye
ew legeł «xwace»da, min lelay şay ewa