miqabilh

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  804 views

çwarem: «miqabilh»ye ke birîtîye lewe witarbêj beřîz çend şitêkî mutenasîb biłê, ca muqabîlekanîş be şwênî ewana bênê, wek ewe ke xway gewre fermûyetî: «فەئەەمّەا menْ ئەەعْteyٰ ûەاتّeqeyٰ wesedّeqe byalْḧusْneyٰ fesenuyesîّruhu lîlْyusْreyٰ ûەئەەمّەا men bexîle ûەاسْteẍْneyٰ wekezّebe byalْḧusْneyٰ fesenuyesîّruhu lîlْ’usْreyٰArabic».

xawenî em řazaweyeyş ełê:

’aşiqî beřast bo yarî diłber
le dinya û dîna darî dêteber
arezûperist bo behrey dinya
le dinya û dîna ega be zerer
***
însanî saẍî be dîn û wîcdan
sayey řeḧmete bo ehlî cîhan
şexsî nasaẍî dił piř ẍeluẍeş
mayey zeḧmete bo ehlî zeman
***
dadî serok û serkarî dewran
hoy asayşe zahîr û penhan
sitem û cewrî xawen desełat
mayey meynete bo ehlî cîhan
***
zanay twana û şagirdî emîn
mayey řeḧmetin lebo ’alemîn
zanay bêmêşk û şagirdî bedxû
mayey negbetîn lebo serzemîn
***
ayîn û zanist hoş û têkoşîn
bo ehlî dinya mayey diłxoşîn
bêdînî û cehil û temełî û deẍeł
encamyan ebê be giryan û şîn
***
hawřêyî çakan bê řyakarî
însan exate ser řêy řizgarî
bełam be diro û saxte û napakî
ekêşêtewe bo şermezarî
***
«namî» le camî «camî»y xwardewe
bewe girewî le ’am birdewe
serçawey camî dermanî derde
çi derdî guftar yaxud hîy kirde