şew heta subḧê denałim, min be sed ah û fuẍan

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 2 minutes  1082 views
şew heta subḧê denałim, min be sed ah û fuẍan
ez fîday ebroy hîlalim, mestî çaw ceyranekan
şerbetî le’lî lebanî, meş’elî mahî cîhanî
ger be derdim to nezanî, mirdinim feřzî ’eyan
şem’î řûy fanosî şahan, min leber endûh û ahan
emřo yosif kewte çahan, mîsrîyan dił piř le jan
şam û beẍda û şîrazin, medîne û mîsir û ḧîcazin
ew fîdayî çawî bazin, mehweşî şîrîn ziban
mehweş û şîrîn û diłber, menbe’î lêw ḧewzî kewser
ez le daxt dił seraser, mecmere bê şik bizan
şahîd û mutrîb û mey bê, saqî saẍer lêw be mey bê
ew diłî mecřûḧî key bê, xoş bûn em derd û kwan
şêx û şaban newnîhalan, mest û hoşyarî xeyałan
ez le destî qews hîlalan, meskenim nîn lem cîhan
şêt û dêwane û feqîrim, min be tay zulifit esîrim
ger bibey nextê lebîrim, muddeyî ’umirim zyan
şahî cumle mest ’eynan, me’denî qirة al’înanArabic
awî camî şefeteynan, muskîrî qelb û cînan
şadîy řûy ser bîsatim, mayeyî ’eyş û nîşatim
min le dest to bê necatim, pêm nema tab û tewan
şe’şe’ey qursî qemer toy, bom dił û can û ciger toy
ey leḧałim bê xeber toy, meḧşerim dî bê guman
şox û şeng û nûr cebînî, maylî qettał û xwênî
ew kesey řûy to nebînî, ma lebo derd û ẍeman
şay gułanî nazkeşman, mezher û cêy dił bexeşman
ez le dest fîtney dû çeşman, melce’im şay muste’an
şidnî fî kil sa’ة ma biqî lilqilb raḧةArabic
ey le dest tîrî be ḧîddet, taylun lî emanArabic
şa’îran ba beyt û eş’ar, medḧî şox û řend û diłdar
herçî toy girtibê be guftar, ma le řûy dewr û zeman
şukirgiwî řebbî wedûdim, min le dinya bê wicûdim
gerçî ez bê serf û sûdim, madîḧim bo yarî can
mîm û ḧê û mîm û dale, mey be dest û řû be xałe
saqîy ḧewzî zułałe, şafî’e bo ’asyan
şad debê eḧmed dezanî, madîḧî canî cîhanî
ger ewê fî’lî nezanî, men’e lêt baẍî cînan