řu’yetî cebhet bilûran bird le destim ’eqił û dîn

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 3 minutes  758 views
řu’yetî cebhet bilûran bird le destim ’eqił û dîn
şîbhetî delu û ni’ûran, dê le çawim aw û xwîn
aw û xwênim dê le çawan, agirim kewte henawan
bê xeta kewtûm le dawan, her le řojî ewwełîn
řojê dił piř ḧubbî yar bû, qeqnesî mesken le nar bû
ba hezar derd bendewar bû, ta be řojî axrîn
ta be řojî ḧeşir û mîzan, dad le dest çabuk sitîzan
qews xedeng sehim tîzan, kird zemîrim piř birîn
wan fu’ad sûtaw be nare, diłberî şîrîn nezare
qelbî miskînî hejare, kird be kûrey agirîn
nar le dewrey kirde kûre, teb’î yarî řû be nûre
key debê nîzîk û dûre, carêkî bom bête dîn
carê bitbînim bê perde, bim sikûn lem ahî serde
xoş debin em kwan û derde, serferaz řizgar debîn
řestigar bim çend wextan, dił le bendî cergisextan
dîtnî řûy sînetextan, min deka řaḧet yeqîn
řaḧetim bo nîn çi care, le fîraqî řûyî yare
sûtnim leyl û nehare, ez le çahî ateşîn
cê le qe’rî mencenîqim, saf le mewcî ẍem ẍerîqim
ḧebsî zîndanî ’emîqim, lêm betał bû ’eyş û jîn
’eyş û jînim lê betałe, bew xudayî layezale
ger nebînim řûy bexałe, debme mecnûnî zemîn
debme qeysî řûy zemane, derbeder le cê û mekane
ez lebo diłdarî cane, terk dekem îslam û dîn
terk dekem min sunin û feřze, debme ẍûlî řûyî erze
nek be zahîr sofî terze, batînî piř buẍiz û kîn
zahîrî qutbî zemane, batînî qessabî gyane
duşminî fî’lî nîhane, řed wekû dêwî le’în
zîddî dił le řêy necate, dem be we’iz û mew’îzate
ew bo kullî mexlûqate, sa’îmî mefter be xwîn
sa’îmî meyît fîtare, xertelî tewḧîd le zare
bel’emî şêx aşkare, bedmuḧîl û dił ḧezîn
bedmuḧîl û bedfî’ale, dem deda le qîl û qale
xoy deka mumtaz û ’ale, ’ebdî nefsî nakesîn
’ebdî nefsî nabekare, tabî’î dinyay ẍedare
dum xirûs û zat nîqare, ten sifîd û cewf şîn
ten ewa bendî mesafet, dûr le řêy emin û emanet
şikil ’abîd, zat xeyanet, ew ri’îs alxat’înArabic
herçî hen ew hest û bûde, saf le min derdî wicûde
eblehem bê serf û sûde, xakî pay ew nûrcebîn
’ebdî yarî nûrcemałim, sed ke bedfî’il û xîsalim
carêkî biřwane ḧałim, ya ḧibîb al’almînArabic
ya ḧebîbî îns û canî, şahî erz û asmanî
der ḧeqî em ’ebdî fanî, to bibî hadî û mu’în
to bibî hadî û nesîre, ger nebî bom destigîre
cêm le narî zemherîre, halk lilimzinbînArabic
eḧmedî korPen name şîbhî xak be, řû le şem’î nûrî pak be
saf le ẍeyrî ḧeq bêbak be, nefis kuj be û xurdebîn