hênd be dîtinit întizarim, xwardinim xwêne û zuxaw

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 4 minutes  872 views
hênd be dîtinit întizarim, xwardinim xwêne û zuxaw
dił tenûrî piř le narim, ax lebo yek qetre aw
ax lebo dił mêhrebanê, lefiz xoşê, ḧał zanê
diłberî şîrîn zibanê, baweşên ka cêy sûtaw
baweşên ka cerḧ û zaman, diłberî şox û xeraman
yar webîr bênê ẍułaman, zułf řîḧan lûl û xaw
zułf řîḧan, lûl û kiřjin, wa le henyanit deçřijin
cerg û diłyan pê debirjin, ten denêne coş û taw
ten wekû kûrey ḧedade, ḧeq bida we’dey mirade
yar bebê qewl û ’înade, řeḧim ka be minî «bê çaw»
řeḧmê ka be minî hejare, carêkî pêm biłê be zare
şerbete bîxo bîmare, řoḧim îḧya ka tewaw
ḧey bika erwaḧ û canim, ḧorîy ḧewt asmanim
leyletulqedrî zemanim, toy deway cergî biřaw
diłbera derdim dewa ke, satêkî řû le xuda ke
bes diłî min piř cefa ke, bew xendegî, tazesaw
lêm mede hênde xendegan, şay ẍezalan şox û şengan
min leber zebrî nehengan, lêm meḧu bûn îsim û naw
lêm meḧu bûn naw û îsmim, sût dił û can, cerg û cîsmim
ḧeq wehay da pişk û qîsmim, qeddî elfim bû be waw
qeddî řastim kuftekare, xełk le nałey min bêzare
ew çi derdêke duçare, hate ser dił azPersian nekaw
hate ser min nagehanî, sîřřî mexfî û nîhanî
aşkar bû le cîhanî, ’eqřebê xistûmye daw
’eqřeb û mar û îlanî, qatłî erwaḧ û canî
yar be ḧałim ger bizanî, bûme teyrî bał şikaw
teyrêkî bê peř û bałim, mayeyî sût û zuxałim
dił becoş û ah û nałim, lêm ḧeram bû xurd û xaw
xurd û xabim lê ḧerame, mesken û me’wa û meqame
bot weha řîswayî ’ame, şêx û şab û pîr û law
şêx û şab bê îxtyarin, hen le bendit, bendewarin
mîslî wî çendîn hezarin, hen le xakî pat kujaw
hen le xakî pat hîlakin, şêx û sofîy sîneçakin
nałekêş û derdinakin, mest û eqił pênemaw
mestî ton bê eqił û hoşin, ba fuẍan, şîn û xiroşin
dił benałe û derd û coşin, diłberan dił lê řifaw
diłberan dił bird be ẍaret, herçî yar kirdî îşaret
bo wîye mujde û beşaret, şahî ḧew îqlîm tewaw
to ke şay miłkî zemînî, her kesê řûy to bibînî
şad debê qelbî ḧezînî, zulf hewrî, řû hetaw
řût mehî dû penc û çare, nawbenaw necim û sitare
’eqreban lê girt qerare, şubhî şem’î diłgiřaw
şubhî şem’î şew zulame, pêy nehêştim eqił û fame
şubhetî weḧşî geřame, to minit kird nexçîr û řaw
to minit kird nexçîr û seyde, nat le pam zincîr û qeyde
canî canan ew çi keyde, bûme daney naw xuraw
bûme sermayey ciẍaran, dił be fîday zulfî yaran
dayîmen subiḧ û êwaran, lêy deda nerme xunaw
wan xunawan lê debarin, nafeyî ahûy tetarin
şubhetî şebhayî tarin, ’etir û řîḧan boy guław
’etir û řîḧan guł şemîme, qedsitûnî zêř û sîme
dił leser ’ehdî qedîme, diłberî zêřîn kiław
diłberî qed zêř sitûne, textî ’eqřeb lêy sikûne
hêndeyan şîr lê desûne, desxetî ḧeqqin tewaw
desxetî sunḧî celaln, mektebî piř xet û xałn
leşkirî ẍem wek minałn, qet le min nabin biław
eḧmedî korPen namey hejare, carêkî to biłêy be zare
şerbete bîgre bê çare, řoḧim îḧya key tewaw
eḧmedî korPen namey bê çawe, sebir û hoşt lê biřawe
agirî dił hênd betawe, pêt nema cerg û henaw