ḧîkayeta duwê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 2 minutes  1191 views

dinêva ekiradan li wechê temsîl, weha meşhûre ku goya neqil diken, ku weqtê pêẍemberNamed-Entity ’ilîh alsilamArabic weku çûye mî’racê, ḧezretê cibra’îlNamed-Entity digel buyî û seyra ’ecayb û ẍeraybêd semewatan dikirin, pêẍember ’ilîh alsilamArabic melekekî mezin dît ku dihulekî zêde cesîm di estudaye û çumaẍekê mezin di destî daye, weha muntezir westaye, pêẍember ’ilîh alsilamArabic pirsyar kirin ku evne çine û to me’murê çi şulî, ewî melekî cewab dayê, go, ya risul alilhArabic ez me’murim ku eger mirovek ji ta’îfa xwendyan îḧsan û sedeqeyekê weyaxo te’am û zadekî bidene feqîrekî, ez dê çumaẍekî livê dihulê bidem, ku ev îḧsan û sedeqeya wî xwendî, bi me’lûmî melaykêd semewatan bibin, îcarê pêẍember ’ilîh alsilamArabic ji wî melekî swal kirin, ku hindî ku tu hatî me’mur kirin te qet çend caran livê dihulê daye, melekî cewab daye, ku ḧeta niha ez muntezirim, lakîn min qet li dihulê nedaye, paşî niha jî êdî xudê bizanî, yanî xwendyêd ḧemu milletan, ekserî kêm îḧsan û kêm îkiram dibin, lewřanê ew dixiwezin xelq îkiram û îḧsanê li wan biken, lakîn bixiwe tiştekî nadene jaran.