ḧîkayeta sê
ḧîkayet diken, melayek di kurdistanêda hebû, navî mela bazîdNamed-Entity, ekserî we’iz û şîret didaye ekiradan, û li mizgeftê nesîḧet dikirin, û di we’zîda digot: ey cema’etê muslimîn, herçî kesê ji we dû dest cil û libas hebin, yekî diřya xudê da bidete jaran, û herçî kesê ji we dû nan hebin, yekê diřya xudê bidene feqîran, meger jina mela bazîd jî hatbûye guhdaryê, ev şîretêd mêrê xwe mela bazîdî dibhîstin, weku vegerya û çûye mala xwe, dû dest cilê mela bazîd hebûn, yek berşû bû, yek dişuştin, û ê dinî berd kirin, jina mela bazîdî înan, ew destê cilêd melay ku berşû bûn, daye jaran û nîveka nanê ḧazir hey, daye feqîran, îcarê weku êvarê mela bazîd hatye mala xwe, bi şev gote jina xwe, ku cilêd min di jûn bûyne, ber şuwêd min bîne, da ez cilêd xwe veghuřim, jinê gote melay, ku min îruke, cilêd teyê zêde ḧemu li jaran belav kir, û nîveka nanê malê ḧazir jî min daye feqîran, îcarê mela bazîd sil bû, gote jina xwe, te jî bu cil û nan daye xelkî, jinê gute melay îruke te li mizgeftê şîret dikirin û digot, ku herçî kesê tiştekê ji wî zêde heye lazme di řya xudê bidene jaran, evne ji me zêde bûn, min daye feqîran, melay weku ev xebere ji jinê seḧ kirî, xwe sil kir û got, ku kiçê min şîret li xelqî dikirin li nefsa xwe nedkirin, min wesanê we’iz kirin, ku xelq cilêd xweyê zêde û nanî bidene min, newebû ku tu řabî cilêd berşûya min û nanê zarokan bideye xelqî, mirada min dayna nasan bû, te înaye ev şîreta ji boy xelqî, derḧeqqê min îcra kirîye.