ḧîkayeta duwê

Li pirtûka:
Çil Ḧîkayet
Berhema:
Mela Meḧmûdî Bayezîdî (1799-1867)
 2 Xulek  1194 Dîtin

dinêva ekiradan li wechê temsîl, weha meşhûre ku goya neqil diken, ku weqtê pêẍemberNava taybet ’ilîh alsilamErebî weku çûye mî’racê, ḧezretê cibra’îlNava taybet digel buyî û seyra ’ecayb û ẍeraybêd semewatan dikirin, pêẍember ’ilîh alsilamErebî melekekî mezin dît ku dihulekî zêde cesîm di estudaye û çumaẍekê mezin di destî daye, weha muntezir westaye, pêẍember ’ilîh alsilamErebî pirsyar kirin ku evne çine û to me’murê çi şulî, ewî melekî cewab dayê, go, ya risul alilhErebî ez me’murim ku eger mirovek ji ta’îfa xwendyan îḧsan û sedeqeyekê weyaxo te’am û zadekî bidene feqîrekî, ez dê çumaẍekî livê dihulê bidem, ku ev îḧsan û sedeqeya wî xwendî, bi me’lûmî melaykêd semewatan bibin, îcarê pêẍember ’ilîh alsilamErebî ji wî melekî swal kirin, ku hindî ku tu hatî me’mur kirin te qet çend caran livê dihulê daye, melekî cewab daye, ku ḧeta niha ez muntezirim, lakîn min qet li dihulê nedaye, paşî niha jî êdî xudê bizanî, yanî xwendyêd ḧemu milletan, ekserî kêm îḧsan û kêm îkiram dibin, lewřanê ew dixiwezin xelq îkiram û îḧsanê li wan biken, lakîn bixiwe tiştekî nadene jaran.