ḧîkayeta yekê
neqil diken ku carekê melayek û dû nefer mirovêd cahil û nexwendî, her sê bûyne uldaşêd yek û dû û bi řêda diçûn, ew her sê mirov hatne devê çemekî û xwe elandin, ku ji avê derbaz bibin, mela li pêşyê bû û ew her dû mirovêd cahil jî li dûyê melay bûn, weku evan daye avê, melay dît, ku çar pîstêd biçûk řonî biser avê ketye, tênin, mela li beraykê bû, geha pîstekî ew pîst bi didanêd xwe girt, û destê řastê dirêj kire pîstekê dî girt, û destê çepê jî dirêj kire pîstê syê girt, êdî didan û herdû destêd melay hatne girtin û melay ji bo xwe, berî hewałan her sê pîst girtin, mayî pîstek, ew pîst jî ewan herdû uldaşan girtin, melay sê pîst girtine, dîsanê bi wan qena’et nake, gazî hewalên dike, ku wellahî behra min di wê pîstîda jî heye, lewranê qismê xwendî û mela dinêv ekiradan bi teme’ û xestî meşhûrin, sê pîst girtîye, hêj řazî nîne, teme’a pîstê dî jî diket.