texmîsî ḧacî mela zahîr leser ẍezelî mela ’asî

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  684 views
’edalet pîşe bû şamîl lebo herkarî merdane
leber çapûk wiçalakî fiřandinî goy le meydana
xesaret bû ewa řoyî buwe ḧesret le diłmana
le dengî elwîda’î dił hemû ’alem perêşane
le her layê temaşakey seday nałîn û giryane
çe řaḧet bû le sayey ew nebû enwa’î aşûbî
nebû xewfit le her weqtê lebo her karî to çûbî
lepê û payî mîranî misawatî bedî û xûbî
hemû ’alem le nałîne wekû nałînî ye’qûbî
dełên wa yûsfî ême îradey deştî ken’ane
ewe meḧmûdî hemtayan xecalet ma le waḧmiritArabic
teẍîr bû dengî bê sayan le tawan giştî wasfiritArabic
le wextî koç û řeḧletda wicuhyan giştî wasuditArabic
dełêy çawim letawî ew geyşte ḧałî wabîzitArabic
betawî agirî dûrî hemû hersîne biryane
ewa mexlûq hemû wêstan deken dastan ełên kû bû
teḧemmul pîşe û muşfîq xîlafî wanî pêşû bû
qebîle û ehlî şaristan becûd û nî’metî piř bû
’eceb exlaq û lutfî ew be ’alemda ke şamîl bû
lejêr sayey ewa gişt kes şimûlî lutif û îḧsane
ḧebîb û xoşewîstî me le ême dabřawî to
mełên řoyî be yekcarî be yekcarî le her koyî to
le her şwênî ke toy lê bê hemû ’alem mutî’î to
’ezîzî ême bû qurban ’ezîzê bû meqamî to
mubarek bê xudaḧafîz eweş her lutfî řeḧmane
ledest medḧî tuwe xame şeqî bird el’eman îmřo
hemû meddaḧ û hem şa’îr teḧeyîwirman ełên heyřo
řicaye alḧizir zahirArabic le pêşî wey biłêy weyřo
le ewsafî ewa ’asîPen name ke fîkirî qasîre îmřo
zibanî leng û řawesta xerîkî derdî hîcrane