texmîsî ẍezelî ḧezretî zya’edîn (qidis sire al’izîz) le wextî wefatî fermûyetî û nûsrayewe

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  652 views
ẍulam û dewłetim nawê ke mayey zewqî lezzetme
şebab û şewketim nawê ke mirdin barî ḧesretme
řebabî ’uşretim nawê ke wextî kursî řeḧletme
kulahî sîḧḧetim nawê ke ’îllet tacî zîlletme
keway ’îzzet leber nakem ke qîllet bergî řeḧmetme
le şewqî ’işqî sultanî bîḧemdîlla sena xwanim
le řemzî emrî subḧanî emin şêwaw û ḧeyranim
be ḧukmî zatî yezdanî piř’êşan û perêşanim
le ’eyş û noşî ḧeywanî emin çibkem ke însanim
xeyałî bê beqa boçî ke zîkirî nar û cennetme
le pêş xelqî hemû ’alem felek maway nebbu qet’a
lejêr barî zemîn yaran semek cêgey nebû qet’a
lenaw xaney ’edemda bû melek cêgey nebû qet’a
beşer esla nebû nawî melek řêgey nebû qet’a
le ’erşî weḧdeta wa bû ke řeḧmet cêy meḧebbetme
’îbadet bo kesê çake xeberdarî şerî’et bê
se’adet bo kesê çake terîqdarî ḧeqîqet bê
nedamet bo kesê çake giranbarî zemîmet bê
’eyadet bo kesê çake giriftarî tebî’et bê
kemin meftûnî cananim çe bakim derd wi’îlletme
eger me’şiqe saqî bê biłê zehrawe bînoşe
be yadî wesłî diłdarit werî bigre to bînoşe
nebê bakit le hîç ’alem biłên medhoş û serxoşe
eger diłber bilawênê hemû derd û beła xoşe
xuda nakirde meylî na çe ferqî seqim û sîḧḧetme
le payînim ecel hat û diłî geztim wekû weybab
le dîdey ’umir carî bû sirişkî xwên wekû seylab
řijandî pyałeyî jînim beser cerga wekû zehrab
ke dîm xwên carîye îmřo le cerg û dił wekû seylab
gutim em şahîdim kafye ḧîsabatî qyametme
were ’asîPen name be ’eqłî xot mede fetway betał hergîz
lebo barî hemû ’alem mebe çarpay ḧimał hergîz
xerîkî sîretî xot be mebe serdarî cemal hergîz
were (fewzî le fehmî xot meke fîkirî betał hergîz
ewî to têdegey qurban îşaratî le xîlletme